Cotkarekî Kurd helbestên xwe bi hişê çêkirî dike stran

09-11-2025
Abdulselam Akinci
Eyup Karahan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Eyup Karahan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Eyup Karahan Hişê Çêkirî Stran
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li gundê Meşqokê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê, helbestvan û cotkarê ciwan Eyup Karahan helbestên xwe yên Kurdî bi alîkariya hişê çêkirî (AI) vediguherîne stranan û li ser torên civakî belav dike.

Ew dibêje, "Helbestan ez dinivîsim, wekî din her tiştî hişê çêkirî ji min re amade dike û berhemeke hêja ya Kurdî derdixe holê."

Eyup Karahan cotkarekî ciwan e ku li gundê xwe dijî.

Piştî ku karê xwe yê rojane yê cotkariyê diqedîne, ew radihêje qelem û deftera xwe û hestên xwe bi helbestên Kurdî tîne ziman.

Lê belê Eyup li şûna ku helbestên xwe wekî pirtûk çap bike, rêyeke nûjen dîtiye.

Ew wan bi alîkariya hişê çêkirî hekbestên xwe dike stran, ji bo çîrokên helbestên xwe senaryoyan amade dike, wan vediguherîne klîban û li ser torên civakî parve dike.

"Min dixwest Sîya Şevê bixwîne lê bû nesîbê hişê çêkirî"

Eyup Karahan derbarê destpêka vê projeyê de wiha axivî:

“Demeke dirêj e ez nivîs û helbestan dinivîsim. Min dixwest ev helbestên min ji aliyê hunermendan ve werin xwendin lê xwe gihandina hunermendan zehmet bû.

Çêkirina klîban zehmet bû. Ji ber ku ji aliyê fînansî ve rehet e, min jî got ez dê bi sepanên hişê çêkirî vî karî bikim.

Ez helbestên xwe di sepana Suno de didim xwendin, stîla muzîka ku ez dixwazim dinivîsim û ew jî ji min re stranekê derdixe holê.

Bi vî awayî, bi giştî di nava sê saetan de em dikarin bibin xwediyê klîb û stranekê.

Yek ji helbestên min ên ku min nivîsîbû 'Dengê naqosên dêrê belav dibe li bajêr' bû. Min dixwest Sîya Şevê bixwîne, lê bû nesîbê hişê çêkirî.”

“Armanc nasandina çanda Kurdî bi teknolojiyê”

Di vê projeyê de birayê Eyup, Hesen Gerok jî cih digire û derhêneriya klîbên ku bi hişê çêkirî tên amadekirin dike.

Her du birayan mil daye hev û bi bikaranîna teknolojiyê, di her cureyê muzîkê de stranên Kurdî berhem tînin û li arşîva muzîka Kurdî ya serdema nû zêde dikin.

Derhênerê Klîbên Hişê Çêkirî Hesen Gerok jî got:

“Em dixwazin bi vî karî çand û hunera me li ser hişê çêkirî jî were naskirin û belav bibe, cihê xwe bigire.”

Eyup û Hesen dibêjin ku heta hêza wan hebe ew ê li ser vî karî berdewam bin û bi xêra hişê çêkirî muzîkeke bi kalîte pêşkêşî Kurdan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst