Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û bestekar Welat Mihemed Sadiq, ji bo şervana Kurd a bi navê Deniz stranek amade kir.
Welat Mihemed Sadiq, ji bo şervan Denîzê helbestek nivîsî û kir stran.
Welat Mihemed ji Rûdawê re behsa stranê kir û got:
"Tiştê ku hatiye serê Denîzê, yej ji wan zilm û karesatên ku hatine serê Kurdan û dê heta hetayê di dîrokê de bimîne.
Hejandina cîhanê ya li hemberî wê kiryara qirêj a ku li hemberî wê hat kirin, delîlê bandora bûyerê ye."
"Gotina stranê ya hişê çêkirî ye"
Welat Mihemed derbarê hûrgiliyên stranê wiha axivî:
"Min bi xwe helbest nivîsiye û awaz daniye, gotina wê jî ya hişê çêkirî ye.
Min xwest wekî wefayekê ji bo wan xwişkên xwe pêşkêş bikim ku li eniya şer parastina neteweya xwe dikin."
Piraniya klîba stranê bi hişê çêkirî hatiye çêkirin û Rêbîn Rewandizî montaja wê kiriye.
Denîz kî bû?
Şehîd Deniz Çiya (Zeyneb), ew şervana ku komên çekdar termê wê ji avahiyeke Taxa Şêx Meqsûd a Helebê avêtibû xwarê bû.
Denîz xelkê bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse