Wezîrê Sûriyeyê: Pêwendiyên me û Amerîkayê baştir dibin

16-10-2025
Diyar Kurde
Wezîrê Aborî yê Sûriyeyê bersiv da pirsên Diyar Kurde / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wezîrê Aborî yê Sûriyeyê bersiv da pirsên Diyar Kurde / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Wezîrê Aborî yê Sûriyeyê Mihemed Yasir Berniye
A+ A-

Wezîrê Aborî yê Sûriyeyê Mihemed Yasir Berniye ragihand ku pêwendiyên wan û Amerîkayê roj bi roj baştir dibin û ew geşbîn e ku di demeke nêzîk de kompanyayên Amerîkayê li Sûriyeyê hilberînê bikin.

Mihemed Yasir Berniye her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo vegerandina baweriya saziyên navneteweyî reformên cidî pêk tîne û li dijî gendeliyê têdikoşe.

Wezîrê Darayî yê Sûriyeyê Mihemed Yasir Berniye bersiv da pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde.

Rûdaw: Du pirsên min hene. Hikûmeta Sûriyeyê çawa dikare baweriya Sindoqa Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanî û saziyên din ên navneteweyî vegerîne da ku ew alîkariya we bikin û hûn jî bikarin rûbirûyê pirsgirêkên xwe yên heyî bibin? Pirsa duyemîn pêwendiyên ji bo rakirina dorpêçan û ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê pêwendiyên we bi Amerîkayê re hene da ku ew kompanyayên xwe bişînin û li Sûriyeyê hilberînê bikin?

Mihemed Yasir Berniye: Belê, ez bawer im ku roj bi roj pêwendiyên me bi Amerîkayê re baştir dibin. Em hewl didin nîşan bidin ku em hevparên cidî ne û bernameyeke me ya reforman a cidî heye. Em ji nêzîk ve bi wan re dixebitin da ku nîşan bidin ku me aboriya xwe ya bi giştî rêk xistiye. Em gelek reforman dikin da ku sektora xwe ya aborî bi pêş bixin.

Ev peyamên giştî bûn ku Amerîka ji wan digliran bû û ev dê ji bo pêwendiya di navbera me de hêsankariyê bike. Em ji pêwendiyên Sûriye-Amerîkayê gelek geşbîn in. Em her wiha ji dîtina kompanya, bank û rêxistinên Amerîkayê li Sûriyê gelek geşbîn in.

Di rastiyê de çend hefteyên borî me bi gelekî rêxistinên Amerîkayê re civîn pêk anîne. Sibê civîna me ji bo vîzeyan heye, em bi piraniya bankan re di nîqaşên kûr de ne, lewra em dê bêtir kompanya û bazirganiya Amerîkayê li Sûriyêyê bibînin.

Rûdaw: Pirsa min a yekem li ser wê bû, hûn çawa dikarin Sindoqa Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanî û saziyên navneteweyî vegerînin?

Mihemed Yasir Berniye: Dema ku hûn dibînin em çawa hikûmeta xwe bi rê ve dibin, çawa karûbarên darayî bi rêxistinî û polîtîkayeke bilind, bi têkoşîna li dijî gendeliyê, bi yasa û rêzikên nû û bi şefafiyetê bi rê ve dibin, her saziyek dixwaze wê bibîne. Eger ez rastgo bim, ev ne tiştekî veşartî ye, pêwîstiya rêxistinên navneteweyî jî bi piştgiriya siyasî heye, dema piştgiriya siyasî hebe, ew jî bi we re kar dikin.

Rûdaw: Hûn jî xwedî wê piştgiriyê ne?

Mihemed Yasir Berniye: Belê, em xwedî ne.

Rûdaw: Gelo hûn dixwazin...

Mihemed Yasir Berniye: Te got du pirs.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ye, hûn dikarin ji me re bibêjin hûn çi qasî deyndar in? Hûn plan dikin ku bêtir deynan ji bankên navneteweyî werbigirin?

Mihemed Yasir Berniye: Daxwaza me ya wergirtina pereyan (deyn) nîne, em bala xwe didin ser rêxistinbûnê. Bê guman ez nabêjim ku em dê ti deynan wernegirin lê niha ti daxwazên me yên wiha nînin. Em dixwazin piştrast bin ku nav mala me rêxistî ye. Em dibe ku tenê ji bo projeyên stratejîk deynan werbigirin, ew jî dema ku sektora taybet naxwaze projeyê werbigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst