Parêzgarê Hisîçayê Nuredîn Îsa Ehmed, qonaxa piştî peymana bi Şamê re wekî "qonaxeke nû" bi nav kir.
Nuredîn Îsa diyar kir ku cara ewil e Kurd Hisîçayê bi rê ve dibin û got, "Divê her kes bi ruhê Kurdayetiyê erkê xwe bi cih bîne û bixebite."
Parêzgarê Hisîçayê Nuredîn Îsa Ehmed ku di malbata wî de 13 kes şehîd ketine ji Dilbixwîn Dara qala planên xwe yên ji bo birêvebirina parêzgeha Hisîçayê kir.
Nuredîn Îsa destnîşan kir ku eger rûmeta xelkê neyê parastin û xizmet neyê kirin, avakirina welat bêwate ye.
Hevpeyvîna Dilbixwîn Dara ya bi Nuredîn Îsa Ehmed re:
Rûdaw: Hemû Kurd kêfxweş bûn ku tu bûyî Parêzgarê Hisîçayê, hestên te çawa nin?
Nuredîn Îsa Ehmed: Bi rastî dema ku ev biryar hate dayîn, min ew wekî biryara gel dît. Birêvebiriya me ya giştî çi leşkerî be çi jî civakî, dema ku ev biryar da, hesteke giran wekî barekî ket ser milê me.
Rûdaw: Te çawa bihîst ku tu bûyî parêzgar?
Nuredîn Îsa Ehmed: Birêvebirê me yê giştî, Birêz General Mezlûm Ebdî telefonî min kir û got, "Divê em te bibînin." Min jî got, "Baş e." Ez çûm û gotin, "Me tu ji bo Parêzgeha Hisîçayê pêşniyar kiriye."
Rûdaw: Te di cih de qebûl kir?
Nuredîn Îsa Ehmed: Na, bi rastî ez bibêjim. Min got hinekî zehmet e. Wî got "Çima?". Min got xebata bi wan kesan re û bi wî rengî hinekî zehmet e. Wî got "Çi dibe bila bibe baş e." Got ku ev ne biryara wî ya kesî ye, biryara giştî ya civakê ye. Got ku pêkhateyên Kurd û Ereb, piştî vê 13-14 salên ku tu di nav civakê de bûyî, her kes dibîne ku tu ji bo xebatê û nûnertiya her kesî guncav î. Bi rastî dema ku wilo got, ez mam û min got "Baş e." Madem gelê me û birêvebiriya me ya leşkerî û siyasî ew hêvî bi min heye, min jî got ez amade me. Em hêvîdar in em karibin wê hêviya gelê xwe neşikînin.
Rûdaw: Kek Nuredîn endazyar e û di malbata wî de 13 şehîd hene.
Nuredîn Îsa Ehmed: Kurê min sala 2014an li ser Girê Miştenûrê yê Kobaniyê şehîd bû. Wî li gel du hevalên xwe canê xwe ji bo parastina hevalên xwe feda kir. Biraziyê min Soheyib jî di şerê rizgarkirina Girtîgeha Elayayê ya Qamişloyê de, di şerê li dijî rejîma Sûriyeyê de şehîd bû.
Rûdaw: Ez îro çûm Hisîçayê, min dît ku di warê xizmetguzariyê de gelek kêmasî hene. Çi li Hisîçayê be çi jî li Qamişloyê be. Niha ev erkê te ye, tu dê karibî çi bikî? Planên te çi ne?
Nuredîn Îsa Ehmed: Di destpêka vî erkî de min dît ku pêdivî ye hemû kesên zana bi me re alîkar bin. Her wiha divê gel jî bi me re alîkar be. Bi destekî çepil nayê lêdan, divê her kes xwedî li me derkeve. Biryara me ya dawî ew e ku em xizmeta gel û welatê xwe bikin û em bi hêvî ne ku em karibin vê bikin. Di dema borî de li Rojavayê Kurdistanê em ji şerekî derbasî şerekî din dibûn lê dîsa jî em xwe rexne dikin. Wekî Kurd jî ev cara ewil e ku em xwe bi rê ve dibin. Di nav saziên me de kêmasî hene û pêdivî ye em wan kêmasiyan derbas bikin. Niha divê her kes bi ruhê Kurdayetiyê bi erkê xwe rabe û rola xwe bibîne.
Rûdaw: Te tîma xwe amade kiriye?
Nuredîn Îsa Ehmed: Me tîma xwe amade kiriye û em dê bi hev re herin Şamê. Em wekî komekê ne.
Rûdaw: Tîmeke ku di dema pêş de bi te re bixebite hatiye avakirin?
Nuredîn Îsa Ehmed: Niha em li ser pesendkirina kar dixebitin. Di dema bê de em dê tîma xwe ava bikin. Ji dema ku min zanî ez dê bibim parêzgar, ev hefteyek e haya min jê heye. Ez jî çavê xwe digerînim da ku tîmekê hilbijêrim. Berpirsiyariyeke wijdanî ketiye ser milê min.
Rûdaw: Niha tu dê bibî parêzgar.
Nuredîn Îsa Ehmed: Wilo dibêjin.
Rûdaw: Na, General biryar daye.
Nuredîn Îsa Ehmed: Rast e, em biryara wî vala dernaxin.
Rûdaw: Gelo dê di jiyana te de guherînek çêbibe?
Nuredîn Îsa Ehmed: Ji kîjan alî ve?
Rûdaw: Di hemû aliyan de. Min her dem tu bi cilên leşkerî didîtî. Ma tu dê êdî wan cilan deynî û dest bi karê sivîl bikî?
Nuredîn Îsa Ehmed: Ji destpêka karê xwe ve ez di nav sivîlan de me. Ez xwe wekî xizmetkarê civakê dibînim. Gelek caran min pirsên welatiyan çareser kirine, ez ne dûrî civakê me.
Rûdaw: Dê deriyê parêzgehê ji bo her kesî vekirî be?
Nuredîn Îsa Ehmed: Ez bi şehîdan sond dixwim, deriyê parêzgehê dê ji yê mala min bêhtir vekirî be. Kesên ku nikaribin werin cem min, ez dê herim cem wan. Di dema pêş de hûn dê vê bibînin. Em dê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û civaka xwe esas bigirin. Eger em ji bo civaka xwe nexebitin, wekî ku me tiştek nekiriye. Welatê ku rûmeta mirov tê de neparastî be, ew ne welat e.
Rûdaw: Gelekî spas. Mala te ava be ku te em li mala xwe mêvan kirin. Dema te dest bi kar kir, ez dê bêm te di ofîsa te de ziyaret bikim. Ma tu dê pêşwaziya min bikî?
Nuredîn Îsa Ehmed: Ser seran û ser çavan. Ez dê gelekî kêfxweş bibim tu ziyareta me bikî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse