Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de hûrgiliyên lihevkirina dîrokî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de eşkere kirin. Xelîl destnîşan kir ku Rojavayê Kurdistanê rastiyek e û bi vê lihevkirinê re dê nasname û mafên Kurdan di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de werin parastin.
Aldar Xelîl di vê hevpeyvîna berfireh de ku Dilbixwîn Dara bi rê ve bir, bersiva pirsên krîtîk ên derbarê paşeroja îdarî, leşkerî û aborî ya herêmê de da. Xelîl eşkere kir ku li ser hinek postan lihevkirin pêk hatiye; Nûreddîn Xanîka wekî Parêzgarê Hesekê û fermandarê HSDyê Çiya Kobanî jî wekî Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê hatine diyarkirin.
Xelîl her wiha bal kişand ser pêwendiyên bi Enqereyê re û ragihand ku piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, di navbera wan û Tirkiyeyê de "dan û standinên rasterast" dest pê kirine da ku ruhê dijminahiyê ji holê rabe.
Di hevpeyvînê de mijarên wekî rakirina dorpêça li ser Kobaniyê, vegera xelkê Efrîn û Serê Kaniyê, çarenivîsa samanên wekî gaz û petrolê û fermîbûna zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bi hûrgilî hatin nirxandin. Aldar Xelîl teqez kir ku ew dê ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd têkoşîna xwe di qada dîplomatîk û siyasî de bidomînin.
Rûdaw: Temaşevanên hêja dembaş. Di vê hevpeyvîna taybet de mêvanekî min ê gelekî taybet heye ku gelekî naskirî ye. Li Rojavayê Kurdistanê jî kesayetekî bibandor e û xwedî biryar e. Kî ye? Aldar Xelîl e, Endamê Desteya Hevserokatiya PYDyê. Tu bixêr hatî Kekê Aldar.
Aldar Xelîl: Spas dikim, hûn jî bixêr hatin Rojava.
Rûdaw: Ser çavên min. Ez bêjim heval Aldar yan kekê Aldar?
Aldar Xelîl: "Heval" bêtir pênaseya min dike lê tu serbest î.
Rûdaw: Yanî tu bêtir hez dikî ez bêjim hevalê Aldar.
Aldar Xelîl: Rast e.
Rûdaw: Ez bi dîtina te gelekî kêfxweş im. Bi rastî di vê hevpeyvîna taybet de ev demeke dirêj e min dixwest em rû bi rû hev bibînin û biaxivin. Pirsa ku her kes meraq dike ev e: Rojavayê Kurdistanê dimîne yan na?
Aldar Xelîl: Ma niha tu li kû derê yî?
Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê me.
Aldar Xelîl: Baş e, Rojavayê Kurdistanê rastiyek e û nayê tunekirin. Pêvajoyên wê yên têkoşînê hene, zehmetî jî hatine jiyîn, êriş jî hene û hewldanên tunekirinê jî çêdibin lê heta ku ev têkoşîn bidome Rojavayê Kurdistanê heye.
Rûdaw: Yanî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nema?
Aldar Xelîl: Sûriye bi tevahî dimîne. Yanî projeya me dibû ya tevahiya Sûriyeyê. Heta niha em di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar bûbûn lê bi vê pêvajoyê re em dê vê projeya xwe bikin ya tevahiya Sûriyeyê. Divê em Sûriyeyeke nû ava bikin, Sûriyeyeke demokratîk ava bikin ku di rêya wê re hem Rojavayê Kurdistanê were parastin û hem jî di Sûriyeyeke demokratîk de em karibin di nava aramî, azadî û aştiyê de bijîn.
Rûdaw: Baweriya te bi Sûriyeyeke demokratîk heye? Tu bawer dikî ku Sûriye dê bibe Sûriyeyeke demokratîk?
Aldar Xelîl: Dîroka Sûriyeyê berê bi tevahî wisa bû. Sûriye di bingeha xwe de dergûşa şaristaniyê ye û eger tu vegerî dîroka kevnar a Sûriyeyê ya bi hezaran salan, gelên lê jiyane û çandên ku niha lêkolîn û şûnwarên wan tên dîtin diyar dikin ku Sûriye çi qas cihekî girîng û pir çand e û dîrok ji wê derketiye. Ez di wê baweriyê de me ku em dê bikaribin wê reseniya Sûriyeyê vegerînin. Çanda Sûriyeyê ya kevnar a demokrasiyê ye, em tenê di van 100 salên derbasbûyî de piştî Sykes-Picot û Lozanê nenirxînin. Yanî bila em li dîrokê binêrin, rastiya Sûriyeyê ev e û em di wê baweriyê de ne ku em dê Sûriyeyê vegerînin wê geşbûna wê.
Rûdaw: Baş e hevalê Aldar, min xwest vê jî bizanibim. Me got Rojavayê Kurdistanê dimîne. Tu dibêjî kî wê Rojavayê Kurdistanê îdare bike? Hûn dê îdare bikin yan wê Şam îdare bike?
Aldar Xelîl: Binêre, ev du alî ne. Yek, rastiya Rojavayê Kurdistanê wekî erdnîgarî bi hemû pêkhateyên xwe û bi rastiyên xwe, jixwe ti kes nikare înkar bike û tune bike. Çi qas hewl bidin tune bikin jî tune nabe lê em ji Sûriyeyê û ji Şamê ne cuda ne. Em bi hev re ji aliyekî ve nasnameya xwe ya xweser diparêzin lê ji aliyekî din ve em dê bi Şamê re bixebitin. Dibe ku niha birêvebiriya Şamê ne li gorî dilê me be, dibe ku rexneyên me ji bo wê hebin, dibe ku hinek tişt hîn sererast nebûne, hîna destûra Sûriyeyê nehatiye nivîsandin, hîn hilbijartinek çênebûye û hîn hikûmeteke hemdemî çênebûye. Ev hemû di pêvajoyên paşerojê de dê bikevin nava rojevê û xebat ji bo wan werin kirin. Ango dema tu li azadiyê bigerî û tu bixwazî mafên xwe bi cih bînî, di nava şev û rojekê de hemû tiştên te pêk nayên lê tu nikarî tiştan ji hev jî qut bikî. Tu Rojavayê Kurdistanê wisa cuda ji Sûriyeyê bigirî dest, Rojavayê Kurdistanê wateya wê jî pir bandordar dibe û lawaz dibe lê dema ku rastiya Rojava û hebûna Şam û Sûriyeyê ya hevgirtî û Sûriyeyeke demokratîk çêbibe, wê demê Rojava jî dikare bibe hêzeke pêşeng li devereke ku pêşengiya çanda demokratîk li Sûriyeyê dike.
Rûdaw: We li gel Şamê lihevkirinek îmze kir. Gelek pirs êdî di serê xelkê de çêbûne. Bi rastî hêzên hikûmeta Sûriyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin? Hêzên ewlehiyê derbas dibin? Êdî îdarekirina wê di warê leşkerî û ewlehiyê de dê ji aliyê we ve were kirin yan jî bi rastî hêzên hikûmeta Sûriyeyê, îstîxbarata Sûriyeyê û Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê dê têkevin bajarên Rojavayê Kurdistanê?
Aldar Xelîl: Niha tu dizanî çawa ye! Ewên ku niha li Şamê ne û dibêjin dê werin vir kî ne? Ma ne Sûriyeyî ne? Ê em jî Sûriyeyî ne! Ne wisa ye? Wê çaxê ne ku hinek dê ji derve bên yan ji welatekî din bêne vê derê. Em dê bi hev re bixebitin. Em dibêjin tevlîbûn (entegrasyon), em dibêjin îndîmac. Dema tu dibêjî îndîmac, saziyên ku tên avakirin ji xelkê vê herêmê ne ku cihê xwe tê de digirin û nûnertiya dewletê dikin. Saziya dewletê ku xebatên burokratîk û xebatên rutîn ên dewletê dimeşîne tu li wan saziyan dimeşînî lê yên ku cih tê de digirin zarokên vê herêmê ne û xelkê vê herêmê ne. Ew xebata xwe bi rê ve dibin. Îca ev jî du aliyên wê hene: Aliyek saziyên fermî yên dewletê ne ku neçar in pêwendiya wan bi Şamê re hebe û ji bo ku bi Şamê re di nava pêwendiyan de bin pergalek tê danîn û mekanîzmayeke pêwendiyan tê avakirin. Li kêleka wê civaka te heye ku zemîna bingeha azadî û demokrasiyan çêdike. Civak in, ne pergala dewletê. Pergala dewletê pergaleke birêvebirina hinek karûbaran e lê civaka te ew civaka ku niha civakeke rêxistinkirî li ser erdê ye.
Rûdaw: Hûn parêzgar diyar dikin, hûn birêvebirên navçeyan diyar dikin, hûn berpirsên asayîş û ewlehiyê diyar dikin. Kî niha berbijêrê we ye ji bo ku bibe parêzgarê Hesekê?
Aldar Xelîl: Niha hene. Ji xelkê herêmê kesayetên welatparêz û kesayetên ku tên naskirin hene. Erkên sereke hem di wezaretê de, hem parêzgar û hem jî yên din, ev hinek tişt bi yên Şamê re hatine gotûbêjkirin. Hinek tişt jî niha em hîn bi partiyên siyasî re, bi hêzên ku li ser erdê hene û bi pêkhateyên ku em bi hev re dijîn, bi taybetî partiyên Kurdan re diyalogekê dimeşînin. Yanî hewldanên ku em çawa bi hev re bixebitin hene. Tevî ku li gorî me esas ne tenê ew kesê ku birêvebirinê bike ye, ango pergal bi giştî ye. Kesên ku di nav de cih digirin û hêza ku vî karî bide meşandin girîng e. Çi qas civak vê qebûl dike yan qebûl nake, dikare pê re bibe alîkar an nikare? Yanî tenê tu kesayetekî diyar bikî û civak wî qebûl neke dê çi fêdeya wî hebe?
Rûdaw: Kî ye ew kesayetê ku hûn diyar dikin? Her kes meraq dike. Kekê Aldar, ev hevpeyvîn îro tê belavkirin, parêzgar dê kî be?
Aldar Xelîl: Ez naxwazim têkevim nava navan, tevî ku di asta ragihandinê de hinek nav belav bûne.
Rûdaw: Ew nav rast in?
Aldar Xelîl: Ew nav rast in.
Rûdaw: Kî ye? Wekî mînak.
Aldar Xelîl: Bibore, ez heta ku ji min tê naxwazim kesayetan bikim mijara nîqaşê. Ji ber çi? Yanî ji vê herêmê wextê em bêjin bila kesekî welatparêz be, kesekî ku tê naskirin be, bi fedakariya xwe û bi girêdana xwe ya bi nirxên gel ve be. Yê ku ev pîvan tê de hebe êdî wekî kes dê ne pirsgirêk be; yê parêzgar be jî, yê qaymeqam be jî û yên erkên din be jî.
Rûdaw: Navê Nûreddîn Xanîka (Bavê Omer) e, ne wisa ye?
Aldar Xelîl: Rast e.
Rûdaw: Ew dê bibe parêzgarê Hesekê?
Aldar Xelîl: Niha me ew nav pêş kêş kir û ew nav li gorî me fêm kiriye hat erêkirin.
Rûdaw: Şamê qebûl kir ku ew bibe parêzgar?
Aldar Xelîl: Rast e.
Rûdaw: Ez te qut dikim, bibore. Ji ber ku bi rastî tu dizanî çima, ji ber ku gelek pirs hene û ez dixwazim gelek pirsan bikim. Alîkarê Wezîrê Parastinê dê kî be?
Aldar Xelîl: Niha ew jî me nav pêşkêş kirine yan jî ez hîn bêtir zelal bêjim: Hevalê Mezlûm nav pêşkêş kir. Wekî fermandarê HSDyê hevalek ji fermandariyê, navê hevalê Çiya Kobanê hat pêşkêşkirin.
Rûdaw: Şamê ew nav qebûl kirine?
Aldar Xelîl: Ev mijar, bala xwe bidê, tu pirsa navan dikî. Çima ez nabêjim? Ji ber ku ez ji mafê xwe nabînim ku ev erkên ku heval Mezlûm bi xwe dike, ez desttêwerdanê di mafê wî de bikim ku divê ew bêje. Wekî tu dibînî çandeke me jî heye lê ez dizanim wî ev nav pêşkêş kirine. Ji ber ku yên li Şamê dixwestin ku ew bi xwe vê yekê bike, wî jî got na û dê hevalekî xwe diyar bike. Ji fermandariya xwe hinek nav pêşkêş kirin. Navên ku ez bawer dikim hatine erêkirin Çiya Kobanî ye.
Rûdaw: Dê bibe Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê. Wezaretên din hene ku hûn tê de cih bigirin yan jî alîkaran destnîşan bikin?
Aldar Xelîl: Tu dizanî, hinek tişt hene ku di xalên peymanê de ne û hinek tişt hene wextê ku te peyman pêk anî û me bi hev re kar kir. Ev hêrsbûn û dan û standina nerihet dema ku ji holê rabe û çek werin bêdengkirin, bi rastî em jî pê bihesin ku Şam paytexta me ye û em bi rihetî biçin û werin. Ew jî pê bihesin ku dema bixwazin werin vir divê pêwîst neke ku destûrê bixwazin yan jî rêbendek wan nesekinîne. Dema ku ew hat kirin, ne tenê wezaret, heta ku birêvebiriyên li Şamê hene, navendên hene û xebatên ku hene. Jixwe pirsgirêkeke ku rûniştin hene, her kes tenê pirsa erkê pileya yekem dike lê di bin re û pê ve girêdayî gelek xebat hene ku di bingeh de ew dikin. Ya pileya yekem nûnertiya wê dike lê yên pê re dixebitin eger baş nexebitin ew wezîr karê wî bi ser nakeve.
Rûdaw: Pêwendiyên we û Tirkiyeyê çawa ne? Di van demên dawî de, berê ez dizanim ne xweş bûn, di van demên dawî de pêwendiyên we çawa ne?
Aldar Xelîl: Niha piştî ku Serok Apo di 27ê Sibatê de dest bi pêvajoyekê kir û bangek kir ji bo pêvajoyeke aştî û civakeke demokratîk, hêdî hêdî helwestên Tirkan ji ber ku pêvajoyek hatiye destpêkirin ew jî neçar e hinek tiştan di ber çavan re derbas bike. Ango herêm ber bi guherînê ve diçe. Ango rewşa Îsraîlê tê guhertin, rewşa Libnanê tê guhertin, rewşa Îraqê hat guhertin, rewşa Sûriyeyê hat guhertin, rewşa Îranê di rojeva de ye û hem rewşa Kurdan û tevgera Kurd li beramberî Tirkan hinek tişt û faktor tên guhertin. Ez di wê baweriyê de me ku Tirk ji bo ku ev pêvajo xirab nebe ew jî dixwazin ku wê dijminatiya bi rengê berê û êrişên bi rengê berê nêzîk nebe. Em jî ji aliyê xwe ve vê yekê dizanin. Em çi qas bi Şamê re, bi Amerîkayê re, bi Fransayê re, bi dewletên herêmê re û bi yên din re em çi qas peyman û lihevkirinan jî bikin, eger dewleta Tirk razî nebe hinek tişt dê seqet bimînin û dê nîvco bimînin. Ji ber vê yekê her du alî wisa nêrîneke hevdû temam dikin ku me jî hewl da û wan jî hewl da ku di navbera me de ew ruhê dijminahiyê ji holê rabe.
Rûdaw: Dan û standinên rasterast hene, ango bê navbeynkar?
Aldar Xelîl: Hene.
Rûdaw: Dan û standinên we li gel birêz Abdullah Ocalan hene?
Aldar Xelîl: Niha hîn çênebûne wisa yekser lê hewldanên wê jî hene û ji Tirkan jî hatiye xwestin. Hatiye xwestin hevalên me biçin Îmraliyê û wî bibînin û rewşa heyî jî parve bikin û nêrînên wî jî wergirin. Ango di van aliyan de hinek hewldan hene.
Rûdaw: Baş e, li vir li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê şandeyeke Kurdan hate avakirin. Hevalê Aldar ê baş e dan û standinên we li gel Şamê hene û hûn postan destnîşan dikin, parêzgar destnîşan dikin, Alîkarê Wezîrê Parastinê destnîşan dikin. Ev şande li kû derê maye? Niha rola wê çi ye?
Aldar Xelîl: Niha me ji Şamê ev xwestiye. Me gotiye amarên girêdayî doza Kurd dê ew şande were Şamê. Niha em jî li benda wan in da ku ew bersivekê bidin. Yên li Şamê jî neçar in eger bi rastî dixwazin aramî çêbibe û dixwazin şer û pevçûn ducare dernekevin, pêwîst e mijara Kurdan, Pirsgirêka Kurdan bigirin dest. Pirsgirêka Kurdan ku niha ev peyman çêbûye armanca wê tenê agirbestek çêbibe û hinek tişt ew e ku em mijara tevlîbûnê pêk bînin ji bo ku ew parçebûn ji holê rabe. Lê nayê wateya ku Pirsgirêka Kurdan hate çareserkirin. Êdî ev şandeya Kurdî di demên paşerojê de erka wê dibe erka sereke û divê em li gorî wê tevbigerin.
Rûdaw: Baş e, dê ti partiyên din li derveyî HSDyê û partiya we ti postan wergirin di nava hikûmeta bê ya Sûriyeyê de? Wekî mînak ENKS û partiyên di nava ENKSyê de ne.
Aldar Xelîl: Dibe, ev ne pirsgirêk e. Niha em di pêvajoyeke wiha de ne ku em dibêjin şandeya me ya Kurdan di konferansekê de çêbû û di wê konferansê de ew şande derxist da ku nûnertiya wê bike. Eger dema ku me li hev kir, wekî mînak gotin ka ji bo karekî ew qas kes pêwîst in, em dê bi rengekî asayî di nava xwe de gotûbêjan bikin. Ango em û ENKS jî hene, partiyên ku bi salan e em bi hev re dixebitin û kar dikin hene. Ew partî jî, ENKS jî, Suryan jî û heta ji pêkhateya Ereb ku di herêmê de bi Kurdan re xebitîne û kar kirine, ma em hemû di herêmekê de dijîn.
Rûdaw: Lê hûn bêyî van vî karî dikin.
Aldar Xelîl: Na, hîna xebatên diyarkirina kesan nehatine kirin. Niha tenê tiştên ku ji hevalê Mezlûm dihatin xwestin, ên ku bi navê wî hatine xwestin, wekî HSDyê û wekî fermandarî jê hat xwestin da ku hinekan diyar bike. Wekî mînak wan jê re gotin, heta jê re gotin wezaretekê bidin te, got ez nakim û dê hevalekî xwe bişîne. Gotin baş e, dê parêzgar jî bidin te, dîsa got ez dê hevalekî xwe diyar bikim lê yên din, bê guman dê nîqaş li ser çêbibin.
Rûdaw: Baş e, karê General Mezlûm Ebdî dê çi be eger ti posteke fermî nestîne? Dê çi karî bike?
Aldar Xelîl: Şoreşger e. Em hemû şoreşger in. Em fedaîyên vî miletî ne, xizmetkarên vî miletî ne; ne ez, ne ew, ne hevalên me yên din. Roja ku me dest bi vê şoreşê kir em di van tiştan de nefikirîn.
Rûdaw: Tu ti postan nastînî? Tu naxwazî di nava hikûmetê de cih bigirî?
Aldar Xelîl: Binêre, dema ku rêxistina min erk dide min û bêje em vî erkî didin te biçe vî karî bike, wekî erkeke rêxistina xwe ez ê bikim. Wextê ku di şandeyê de em bicivin û şande ji min re bêje em vî erkî didin te tê bikî, ez nabêjim na. Ango erk e. Lê ti lêgerîneke me ya wiha nîne û wextê me dest bi şoreşa Rojava jî kir me negot ka em ê bikin. Tenê me gotiye ji xwe tiştekî me tune, tiştekî me yê taybet tune; ne di jiyanê de, ne di milk de û ne di aliyên din de. Em fedaîyên vî gelî ne, ji bo vî gelê xwe dixebitin û heta dawiyê jî em dê li ser wê bixebitin.
Rûdaw: Baş e, hikûmeta Şam dê dîplomayên dibistan, zanîngeh û enstîtuyên Rojavayê Kurdistanê, nas bike? Di dema paşerojê de jî êdî dê bi fermî zimanê Kurdî were xwendin? Zanîngeh û dibistan dê bibin fermî?
Aldar Xelîl: Niha tiştê ku heta niha li ser hatiye lihevkirin, dîplomayên ku heta niha hene, bi taybetî ji sala 2014an û vir ve, ango pêvajoyeke xweserî çêbû û vir ve, heta niha ew hemû hatine qebûlkirin. Wan gotiye temam. Ji niha û pê ve dê çawa be, ev mijareke girêdayî komîsyoneke ji perwerdeyê û komîsyoneke ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyey ye ku bi hev re rûnin û van amaran gotûbêj bikin. Ev du aliyên wê hene: Aliyekî wê ev komîsyon çawa pêşniyara xwe pêşkêş bike, ya duyem jî ew wezaret bi tena xwe nikare biryardar be. Ya duyem çi ye? Êdî em di destûrê de bihêlin ku Sûriye tiştekî wiha qebûl bike. Ango niha tiştekî wiha di destûrê de tune be, ne wezîrek û ti kes nikare wiha bi serê xwe tiştekî bide guhertin lê nêzîkatî ev e. Divê em ji bo hemû hûrgiliyên girêdayî jiyana miletê me, em hemûyan çawa bixin vê destûra ku dê were nivîsandin. Ji bo vê jî min got em xwe di sînorê Rojavayê Kurdistanê bi tenê yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nahêlin. Divê em di Şamê de xwedî erk bin, erkên avakirina nû bi taybetî komîsyona nivîsandina destûrê de em hebin û nûnerên me li wir hebin ji bo ku van daxwazên xwe û tiştên xwe em di destûrê de bi cih bikin.
Rûdaw: Baş e, sê lîwa dê di fîrqeyekê de werin çêkirin, lîwayek jî li Kobaniyê ye. Hejmara wan dê çi qas be?
Aldar Xelîl: Ev êdî pirseke leşkerî ye, hêzên leşkerî dikarin bersivê bidin. Te dît ku ev peyama di navbera Wezareta Parastinê û HSDyê de ye. 4 lîwa ne; 3 ji wan li aliyê Cizîrê ne û yek jî li aliyê Kobaniyê ye lê bi rastî hejmarê ez jî wekî te nizanim.
Rûdaw: Fermandariya wê fîrqeyê û wan lîwayan dê kî bike?
Aldar Xelîl: Dîsa fermandarên HSDyê ne.
Rûdaw: Ango hikûmeta Sûriyeyê destwerdanê nake?
Aldar Xelîl: Na, ev HSD ye. Fermandariya HSDyê berê heye.
Rûdaw: Ma HSD dimîne?
Aldar Xelîl: Ev hêz tê parastin. Fermandarên ku heta niha ev hêz birêve dibirin ew fermandar dîsa fermandarên vê hêzê ne lê ev hêz tenê guhertinên çawa çêdibin; bi fermî dê di bin beşekî artêşa Sûriyeyê de bin. Ango nasnameya wan ne wekî HSDyê, dê wekî Fîrqeya aliyê Cizîrê ya Artêşa Sûriyeyê be. Wekî nav tê naskirin û fermandar jî jixwe hatine diyarkirin. Fermandariya HSDyê nav dane wezaretê û ji wan re gotine fermandarên me ev in. Ev fermandar hem di nava wan de jî beş hene, yên taybet bi hêzên jinan wekî Foca Jinan û yên din jî yên giştî ne. Ev tenê cudahî ew e ku ji nava bajaran derdikevin û di bajaran de namînin. Wekî mînak ez bêjim li Hisîça, hêza Hisîça li bajêr namîne û dê biçe çiyayê Kewkeyê yan jî dê biçe Qada Wezîr an jî dê biçe cihekî din ku ev navnîşana ku dê hêza leşkerî lê bimîne ye. Dema rewşeke awarte derket û hat xwestin, ew jî bi fermana parêzgar û bi fermana aliyên peywendîdar be yan jî wekî din dê di cihê xwe de bimînin.
Rûdaw: Rewşa Efrînê dê çawa be? Ango bila xelkê Efrînê bizanibin ku em wan ji bîr nakin û we ji bîr nekiriye. Dorpêça Kobaniyê kengî radibe?
Aldar Xelîl: Ne tenê Efrîn, Efrîn û Serê Kaniyê jî. Ev herêmên dagirkirî ne û ev jî hatine gotûbêjkirin. Ji bo Serê Kaniyê ji me re ev gotine: Gotine ku heta ew jî neçûne wê derê, ango bi fermî ew wê deverê bi rê ve nabin. Dibêjin ew tenê çûne wir û hatine lê birêvebirin hîn jî di destên hêzên girêdayî Tirkan de ye. Ango peyama bi vî rengî ye yan jî gotin wiha ye: Dema Tirk ji wir vekişiyan piştre êdî ew bi fermî dibe cihekî girêdayî dewleta Sûriyeyê. Wê demê Efrîn û Serê Kaniyê jî, ji xwe min gotibû sînor radibin. Ango ev rêbend û ev herêma te ye û ev ya min e namîne. Gelê Efrînê hemû bi awayekî asayî vedigerin gund û bajarê xwe. Dema ku vegeriyan wir ji xwe milet hemû miletê me ye. Êdî encumenên xwe çêdike, asayîşa xwe ava dikin. Di bin nasnameya Sûriyeyî de ye lê xelkê wir in. Ango kesek ji derve û ji bajarekî din nayê di hundirê Efrînê de nabe berpirsyarê asayîşa wir. Kesek li wir ji derve nayê û nabe birêvebirê herêmê. Yên li wir dê di nava xwe de kesekî hilbijêrin. Ev di bingeh de êdî bi rengekî xwezayî van herêman hemûyan dîsa vedigerin reseniya xwe.
Rûdaw: Dorpêça li ser Kobaniyê?
Aldar Xelîl: Dorpêç divê îro rabe.
Rûdaw: Dorpêç îro radibe, gelekî girîng e.
Aldar Xelîl: Ango ev dorpêç li gorî peymanê heta ku ev dorpêç ranebe gavên tevlîbûnê jî pêk nayên. Wekî mînak ji bo ku tevlîbûn pêk were divê hinek kes ji Şamê werin, grûpek biçe Kobaniyê, grûpek were Hisîçayê û grûpek were Qamişloyê, ew çargoşeyên ewlehiyê û ew cihên ewlehiyê yên berê ku rêjîm tê de bûn.
Rûdaw: Sibe tên?
Aldar Xelîl: Sibe tên.
Rûdaw: Hûn dê li her sê herêman, ango Kobanî, Qamişlo û Hisîçayê, dê sibe hêzên hikûmeta Sûriyeyê derbasî van deveran bibin?
Aldar Xelîl: Hinek grûpên wan werin ji bo hevahengiya vî karî bikin û bimeşînin. Ango çawa tevlîbûn pêk were. Tevlîbûn ne karê rojekê ye, mehekê didome. Di vê mehê de amadekariyên wê werin kirin. Ango êdî em jixwe ji Sûriyeyê ne cuda ne. Ew jî dibêjin va ye ev jî herêmên me ne û em bi hev re ne. Wekî mînak asayîş li vir e. Ev asayîş hejmara wan çi qas e, li kû derê bi cih dibin? Berê me li gorî xwe çêkiriye wekî Rêveberiya Xweser lê niha tu dibî beşek ji pergala Sûriyeyeyê. Wê demê em neçar in hevahengiyê çêbikin. Bêyî hevahengiyê dê çawa çêbibe? Hem tenê em bêjin tevlîbûn pêk hat û ew dê jî bêjin pêk hat û neyên û gotûbêjê nekin û plansaziyê bi hev re daneynin nabe. Wekî din jî heta hinek amarên biçûk jî hene; wekî mînak ev endam heta niha meaşê wan, pêdiviyên wan û pêdiviyên wan ên tenduristiyê. Berê Rêveberiya Xweser pêk dianîn lê ji niha û pê ve dê hemû bi Şamê ve werin girêdan.
Rûdaw: Ango ev karmendên li ba we, li ba Rêveberiya Xweser, êdî dê meaşê xwe ji Şamê wergirin?
Aldar Xelîl: Dosyayên wan hemû bi dewletê ve tên girêdan. Meaşê xwe ji vir werdigirin lê di fermiyeta xwe de ku navenda vî karî girêdayî vê dewletê ye, girêdayî Şamê ye lê hemû kar di parêzgehê de tê meşandin. Ango rêveberiyeke xwecihî ye lê ne li derveyî fermiyeta dewletê ye. Heta niha ev karmendên Xweseriyê, karmendên Asayîşê, parêzvanên wê, xebatkarên wê, hemû kes, qeyd û sicîlên wan li Şamê tunin. Ango fermiyeta wan li Şamê tune. Ez bi vê mebestê dibêjim lê ji niha û pê ve fermiyet dê li Şamê çêbibe.
Rûdaw: Gelek kes ji aliyê Şamê ve dihatin xwestin. Hinek kes winda ne. Qerebûkirina wan û lêgerîna wan, we bi Şamê re behsa wan kiriye?
Aldar Xelîl: Yanî çawa? Xelkê derveyî vir in û winda bûne?
Rûdaw: Na, wekî mînak xelkê me yên Rojavayê Kurdistanê ne û li Şamê winda bûne. Hinek ji wan di zindanan de ne. Çûn û hatin astengî ji wan re çêdibin. Şervanên dîl li cem hikûmetê hene. Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê me dîtin, li Dêr Hafirê me dîtin, li Reqa û li Tebqayê.
Aldar Xelîl: Erê, niha mijara dîlan mijareke sereke ye. Gotûbêj ji kêliya destpêkê ve li ser tên kirin. Wan jî got ku dê bi hevsengî û bi hev re dema ku gav werin avêtin ji xwe pirsgirêk di navbera me de namînin û dijminatî jî namîne. Wê demê dê çima dîlan bigirin û hûn jî eger li ba we hebin hûn dê çima bigirin? Bi rastî jî wisa ye. Li Dêr Hafirê wan bêbextiyek kir. Wekî hûn dizanin peymana me ya agirbestê 48 demjimêr bûn lê di demjimêra destpêkê de êriş kirin. Hêza HSDyê ne di wê amadekariyê de bû. Ango wan xwe li gorî agirbestê amade kiribû û gelek kes wê demê dîl hatin girtin. Niha bi wan re axaftin hatiye kirin û gotine dê hemûyan berdin. Di vê dawiyê de dibêjin mêvanên me ne. Ê baş e, berdin! Ji ber vê yekê carinan hinek tişt hene ew jî ji bo avakirina baweriyê ya di navbera her du aliyan de ye, hinekî hesasiyeta wê heye.
Rûdaw: Dîlên wan jî li ba we hene?
Aldar Xelîl: Dîl? Ez bi temamî amaran nizanim.
Rûdaw: Tu dixwazî bêjî ev pirseke leşkerî ye.
Aldar Xelîl: Pirseke hem ewlehî ye hem jî leşkerî ye lê eger hebin bê guman dê guhertin çêbibin.
Rûdaw: Pirsa dawiyê bikim. Wekî mînak me behsa hinek postan kir; parêzgar e, alîkrê wezîran in. Hûn dê her demê wan destnîşan bikin yan di dema paşerojê de ew dosya dê bikeve destên Şamê?
Aldar Xelîl: Niha divê her dem ev herêm bi xwe bike. Heta pêşniyarên me jî hene ku wekî tu dizanî em destûrê bi hev re binivîsin. Di destûrê de em dê wisa bikin ku xweseriya vir ne tenê wiha be, hîn jî baştir be. Ev têkoşînek e.
Rûdaw: Te got Xweserî?
Aldar Xelîl: Xweserî çi ye?
Rûdaw: Ango Rêveberiya Xweser namîne.
Aldar Xelîl: Na, na. Xweserî, ango tu xwedî taybetmendî bî. Xweserî taybetmendî ye. Ango taybetmendiya te hebe. Siwêdayê taybetmendiyeke wê heye, Beravê taybetmendiyeke wê heye, vir jî taybetmendiyeke wê heye, Kobanî taybetmendiyeke wê heye, Efrîn taybetmendiyeke wê heye. Ew xweser in, ango xweseriyeke wan heye. Di destûra Sûriyeyeyê de divê ev were nivîsandin: Herêmên Kurdan dê çawa bin? Baş e, hûn qebûl nakin parçe bibe, hûn qebûl nakin û hesasiyeta we li beramberî navê Kurdistanê heye lê divê taybetmendiyên wê werin parastin. Ango ev herêm ne wekî herêmên din in.
Rûdaw: Di aliyê erdnîgarî yan îdarî de yan di aliyê siyasî de were parastin?
Aldar Xelîl: Niha erdnîgarî bêtir li pêş e çimkî Rojava ne wekî herêmên din e. Temaşe bike, li Başûr tu ji Zaxo, Dihok û Hewlêrê heta ku tu bigihîjî Helebce û Silêmaniyê û hemû deveran, dibe ku hejmareke gelekî hindik a Ereban li wir hebe; yan mêvan in yan jî ji bo karekî hatine. Vir ne wiha ye. Li vir rast e dibe ku di dîrokeke kevnar de ne wiha be lê niha realîteya ku heye ez dibêjim niha gundên me di nava hev de ne û di taxê de em cîranên hev in. Em nikarin ji hev cuda bikin. Dema ku em bêjin erdnîgarî dibe ku baştir be. Em bêjin erdnîgarî, êdî em û gelên vê herêmê em bi hev re ji xwe re pergalekê çêbikin û taybetmendiya xwe em biparêzin. Em wekî Kurd in; nasnameya me, zimanê me û çanda me. Em di her tiştî de azad bin lê bila dijminatî di navbera me de çênebe.
Rûdaw: Dema ku ez ji Sêmalkayê derbas bûm bîrên petrolê hene û dixebitîn lê vê carê min dît ên gazê jî hebûn û vê carê hemû rawestiyabûn. Ev hemû gaz û petrol dê bikeve destên Şamê yan dê para we hebe? Ev dosya gelekî girîng e û dê çawa be? Bi rastî ev dosya dê çawa were çareserkirin?
Aldar Xelîl: Tu dizanî Dilbixwîn! Beriya çend salan dîsa hevdîtineke min di ragihandinê de çêbû û min ev yek got. Dibe ku 8 yan 10 sal berê bin. Hinek tişt hene wekî samanên niştimanî; wekî petrol, balafirgeh, cihên giştî ne, deriyên sînor in û sînor in. Ev hemû yên giştî ne. Tu nikarî tenê bi herêmekê ve girê bidî. Ev bi rengekî xwezayî, çavekî me lê nîne ku em bêjin em tenê ji bo herêma xwe dixwazin. Dema ku em dibêjin ji bo me aramiya Sûriyeyeyê hemû girîng e û hebûna Sûriyeyeyê hemû girîng e, wê demê em dê bêjin ev jî Sûriyeyî ne lê ev jî girîng e ku ji dahatên wê para herêmê hebe. Ango ev ji wê herêmê derdikeve. Girîng e ku budceya giştî ya Sûriyeyeyê ku jixwe dê para vê herêmê hebe lê ji ber ku petrol jê derdikeve taybetmendiyeke wê û xweseriyeke wê divê were dîtin. Di van aliyan de gelek amar hene û girêdayî gelek mijaran in. Ez naxwazim ji niha ve têkevim nava hemû amaran lê ez dixwazim miletê me jî vê yekê bizanibe: Ji bo parastina mafên me û destkeftiyên me, bêyî ku gavek paşve were avêtin têkoşîna wê tê kirin.
Rûdaw: Baş e, niha em dê ji vir vegerin Başûrê Kurdistanê hevalê Aldar. Em dê li Sêmalkayê karmendên Ereb ên Sûriyeyî bibînin yan jî em dê yên Kurd bibînin li ser sînor?
Aldar Xelîl: Na, heman kesên ku dema tu hatî tu yê heman kesan bibînî. Ti guhertin çênabe lê dibe ku ji Şamê 2 yan 3 kes wekî şandeyekê werin û ew jî li wir rûnin û ew jî li odeyê çavdêriyê bikin. Wekî çawa ku tê bîra min li Balafirgeha Hewlêrê em hatin dema me pasaporta xwe da xebatkarekî li pasaportê temaşe kir û hinek rêkar kirin, rabû û pişt re kesekî din hat û li şûna wî rûnişt. Ez nizanim ev yek rastî we hatiye yan na, carinan du kes in. Min pirsî çima du kes in, gotin yek ji wan nûnerê Bexdayê ye. Ango hinek rêkaran ew dikin. Tiştekî asayî ye ku nûnerên Şamê jî li ba me hebin lê xebatkar û pergala wê dê wekî xwe bimîne.
Rûdaw: Gelekî spas, kêfxweş bûm. Mala te ava, te dema xwe da min û te bersiva hemû pirsên min bi dilekî vekirî dan. Endamê Hevserokatiya PYDyê Aldar Xelîl gelekî spas ku tu mêvanê min bûyî.
Aldar Xelîl: Ez jî kêfxweş bûm, spas ji bo we.
Rûdaw: Tu her hebî, gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse