Hunermendê navdar Şeyda ji Rûdawê re eşkere kir ku wî biryar daye vegere Rojavayê Kurdistanê.
Pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê li Keleha Hewlêrê ya dîrokî bi Şeyda re hevpeyvîneke taybet kir û Şeyda mizgînî da hezkiriyên xwe ku ew dê vegere rojavayê welêt.
Şeyda derbarê Keleha Hewlêrê got, “Ev cara yekem e ez Keleha Hewlêrê dibînim û pir balkêş e. Bêhna bav û bapîran ji Keleha Hewlêrê tê û cihê serbilindiyê ye. Keleh piştrast dike ku em Kurd xwedî çand û şaristanî ne.”
Hunermendê navdar diyar kir ku wî ji sala 2016an ve Rojavayê Kurdistanê nedîtiye û biland:
“Li Kelehê ez bêhna Amûdê distînim, her dera Kurd lê bin Kurdistan e. Bi rêjeya ji sedî 70-80yî ez dê bi yekcarî vegerim Rojavayê Kurdistanê.”
Şeyda bi gotinên, “Penaberî ji bo hunermendan giran e û ji karê wan re dibe asteng. Jiyana li welat û ya xerîbiyê nayên beramberî hev” qala zehmetiyên jiyana li dûrî xaka bav û kalan kir.”
Hunermendê Kurd anî zimên, “Dê û bavê min piştgirên herî mezin ên karê me yê hunerî bûn. Bavê min mûçeyê salekê da min ji bo tomarkirina kaseta min a yekem.”
Wî li ser jiyana xwe ya hunerî jî ev agahî dan:
“Min di destpêkê de li gel Sefqan û Dijwar di koma 'Orkêş' kar dikir. Ez herî zêde bi strana 'Dîlber Heger' hatim naskirin. Min awaza 'Dîlber Heger' çar sal berî tomarkirinê ji bo hevjîna xwe çêkiribû. Ferhadê Icmo û Sefqan herî zêde helbest ji min re nivîsandine.”
Şeyda eşkere kir ku dueteke wî û Sefqan a kevn hebû lê niha winda ye û got, “Sefqan dueteke nû amade kiriye û ez li benda wê me.”
Hunermendê navdar daxuyand ku ew medyaya civakî bi kar naynîne çimkî xwe tê de nabîne.
Kerem bikin, hevpeyvîna me ya bi Şeyda re bixwînin:
Rûdaw: Cihekî çawa ye (Keleha Hewlêrê), xweş e?
Şeyda: Hewa pir xweş e. Bawer neke, di vê xweşbûnê de bi rastî.
Rûdaw: Te berî niha Keleha Hewlêrê dîtibû?
Şeyda: Na, ev cara yekem e. Bi rastî tiştekî gelekî xweş û balkêş bû ku te ez anîme cihekî wiha. Spas.
Rûdaw: Hunermendekî ku wiha xizmeta hunera Kurdî kiribe û dengê wî gelekî xweş e, dengekî pir hêja û hêjayî cihekî ew qasî xweş e. Tu bi xêr hatî. Temaşevanên Rûdawê silav, îro em li Keleha Hewlêrê ne, cihekî gelekî dîrokî û kevnar e, yek ji cihên herî kevn ku mirov tê de jiyane û heta niha jî jiyan tê de berdewam dike. Li Keleha Hewlêrê mêvanê me hunermendekî pir dengxweş e, bi salan xizmeta hunera Kurdî kiriye, li gel malbata xwe her tiştê xwe û jiyana xwe bo xizmeta hunera Kurdî terxan kiriye. Bê guman hûn wî nas dikin, hunermend Şeyda ye, we li stranên wî guhdarî kiriye lê îro di vê hevpeyvîna taybet de em dê ji nêzîk ve zanyariyên gelekî cuda û taybet li ser hunermend Şeyda nas bikin. Tu gelekî bi xêr hatî hem Hewlêrê hem Rûdawê.
Şeyda: Spas gelekî, spasî ji bo we û ji bo karmendên we û ji bo vexwendina we. Bi rastî ez pir kêfxweş bûm ku te ez anîme cihekî wiha xweş ku Keleha Hewlêrê ye, ya ku ji bo min pir balkêş bû.
Rûdaw: Baş e, madem balkêş e, em dê ji wir dest pê bikin. Dema tu vî cihê dîrokî dibînî, van keviran dibînî ku dîroka wan bi hezaran salan e, bi rastî çi tê xeyala te?
Şeyda: Dayîk û bavên mirov tên bîra mirov, bi rastî. Wisa tiştekî kevnar e, dibêjî tiştek ji bêhna bav û bapîrê mirov jê tê, bi rastî. Cihê serbilindiyê ye ku me jî em jî wek hemû miletan şûnwarên me hene, kavilên me hene û mirov karibe îsbat bike, ji hemû miletan re bêje, xwedî kultur, xwedî şaristanî, xwedî çand in. Ez bi hêvî me ku bi rengekî aştiyane bigihêje xelkê tevahî.
Rûdaw: Te behsa dê û bavê xwe kir, helbet di jiyanê de nemane, rehma Xwedê li wan be. Diyar e ku te bêriya Rojava jî kiriye, yekem kes dê û bavê te hatin bîra te. Ji kengî ve te Rojavayê Kurdistanê nedîtiye?
Şeyda: Ji 2016an ve, bi rastî. Di meha heştan de, di meha heştan a 2016an de ez ji Rojavayê Kurdistanê derketim.
Rûdaw: Tu bêhna Amûdê ji Keleha Hewlêrê dikî niha?
Şeyda: Ez bêhna Amûdê jê distînim. Her tim ez dibêjim Kurd li çi cihî bin, li çi warî bin, ew dibe Kurdistan. Em nabînin her çar parçeyên Kurdistanê. Eynî ew cih e, yanî ew bêhna hanê jê tê, ew dê ne, ew bav in, ew bira ne, ew xwişk in. Ew cihê serbilindayî ye ji mirov re, ku mirov li kû derê be. Gava ku mirov vê wateya hanê bi cih bîne, bi rastî, yanê mirov nebêje "wele Rojhilat û Rojava..."
Rûdaw: ...hemû Kurdistan yek e û te bêhna Amûdê jê kir. Baş e Kak Şeyda, tê vegerî Rojavayê Kurdistanê? Bi seredan dê herî yan bi yekcarî dê vegerî Rojava?
Şeyda: Bawer dikim ji sedî 70-80 bi yekcarî vedigerim Rojavayê Kurdistanê.
Rûdaw: Çawa bû ji bo hunermend Şeyda ew biryar? Yanî bi yekcarî vegere Rojava... Ev çend sal in tu li Almanyayê dijî. Xerîbiyê, yanî hem ji bo kesayetiya te weke şexs, hem ji bo te weke hunermendekî, çi tesîr, çi bandora xirab li te kiriye?
Şeyda: Bi rastî, yanî ez çi bibêjim... Ji bo hunermendan, yanî penaberî bi rastî gelekî giran e. Zehmetiyên wê hene, ne yek zehmetî ye. Yanî hem xerîbî hem ji aliyê kar ve, tu nikarî karê xwe yê berê bikî yanî. Gelek astengî dikevin pêşiya mirov. Dû re weke kesayetî, tu ji civakekê derdikevî û diçî civakeke din. Tu di civakekê de yî her kes te nas dike, her kes silavê li te dike, her kes rêzê li te digire... Nayên beramberî hevdû, yanî gotin "Bê ez li welat bijîm yan ez derkevim li Almanyayê bijîm" nayên beramberî hev. Yanî rastiyek e.
Rûdaw: Gelek hezkiriyên te hene, bi milyonan in bi rastî, ne tenê li Rojava, li her çar aliyên Kurdistanê jî. Lê mebesta min ew e ku tiştên taybet li ser Şeyda nas bikin, lewma dixwazim bipirsim, yekem handerê te weke hunermend Şeyda ji bo hunerê kî bû? Çi bû? Kesek bû, hunermendek bû, yan derdora te bûn, malbata te bû, yan jî tiştek ji zaroktiyê di Şeyda de hebûye?
Şeyda: Nizanim... Ez her tim dibêjim, di civaka me de, di wî wextî de, yanî salên heştê û notî, dê û bav nedihîştin zarokên wan bistirên. Yanî bav gelek caran tembûrên wan dişikandin, li zarokên xwe dixistin... mixabin. Bes bawer bike ku bavê min ev nebûye, ew diya min ew diya hanê nebûye. Hebûna Şeyda, hebûna Sefqan, hebûna bavê me... Mirovekî yanî vekirî bû, dinyadîtî bû, xwenda bû. Tu carî nebû kelem ji me re.
Berevajî, belkî em bibêjin, ji bin guhê Sefqan niha derxe, digot "Here ji min re tembûrekê bikire." Wê gavê bi pênsed wereqeyê Sûrî kirî. Yanî xiramekî zêr wê gavê bi şêst-heft wereqeyî bû, hîn di salên heştêyî de. Meaşê karmendekî yê salekê bû yanî. Bavê min bi rastî piştgiriya me kir û diya min jî wisa. Ewe destpêka me, yanî. Wê demê bi rastî jî tiştekî din bû.
Rûdaw: Wextê ku te kaset derxist û navdar bûyî, wê demê rehmetiyê bavê te jî perê mûçeyê xwe da ji bo ku tu kaseta xwe tomar bikî, rast e ew zanyarî?
Şeyda: Erê. Wê gavê me bi bîst û du hezarê Sûrî tomar kir. Yanî pere, pere bûn. Min ji bavê xwe re got "bavo, welle pere ew qas lazim in." Wê gavê got "Bila li ser çavê min be." Wî da min û bi rastî belkî kesî ji wî zêdetir piştgirî nedikir.
Rûdaw: Yekem strana te tomar kir, kîjan stran bû, kîjan salê bû, çîroka wê çi bû? Hinekî behsa wê bike.
Şeyda: Destpêkê me wek koma "Orkêş" kar kir, ez û Dijwar bûn û Sefqan jî her sê em bi hev re bûn. Me kar dikir. Wê gavê strana "Dîlber Heger" ez pê derketim, bi rastî. Helbest a Xemgînê Bîrhat bû û dabeşkirina wê jî Xoşyar Agirî ji me re kir, ew û Lasgîn bûn. Strana diduyan "Şevek Xweş Bû ji Bîranînê", ew jî a Xalid, dostekî min bû, gelek helbest dan min û "Hey Delalê" jî ya Hesen bû. Wisa her yek ji me sê stran daxistin wê gavê kasetê. Yanî ew stranên hevbeş bûn, yazdeh-diwazdeh stran diçûnê. Her yek ji me sê stran gotin. Wê gavê "Dîlber Heger" wisa deng da navê. Bi rastî ew stran te ji bo hevjîna xwe çêkiribû
Rûdaw: "Dîlber" hevjîna te ye, li vê derê..
Şeyda: Min hez dikir, berî çar salan min awaza wê danî. Min dîwana Xemgînê Bîrhat derxist.
Rûdaw: Çi sal bû bi duristî?
Şeyda: Me di 1999an de daxist, bes berî wê bi çar-pênc salan min awaz danîbû, gelek stranên te hene...
Rûdaw: Niha hevjîna te jî li me temaşe dike bê guman û stran jî bo wê ye. Tu dikarî perçeyekî jê bêjî?
Şeyda: Dîlber heger te zanîba, te çi kiriye bi dilê min... Awirên çavê te yê reş, ji nû pir kirin kulê min... Awirên çavê te yê reş, ji nû pir kirin kulê min...
Rûdaw: Destxweş, spas. Bi rastî dengê te bi xwe awaz e, yanî awaz ne pêwîst e. Tu awazan xweş dikî, dengê te awazan xweş dike. Tu her hebî, dengê te li dinyayê be. Gelek stranên te hene weke "Dîlber Heger", "Tu Nizanî", "Evîna Te", "Xwezî Esmer"... Yanî bi rastî bûne beşek ji bîranînên hemû Kurdan li her çar aliyên Kurdistanê. Dema ku tu stranekê hildibijêrî, gelo ew girêdayî çîrokeke kesane ya hunermend Şeyda ye?
Şeyda: Na, bi rastî. Gelek caran ev pirs ji min hatiye kirin. Ez dixwazim, bi rastî, pirsên wiha ji min bên kirin û ez lê vegerînim. Spas gelekî. Ti carî... Yanî her tim ez dibêjim, ne gerek e ku helbestvan binivîsîne, çîrokek hebe. Ne gerek e gava ku yek awazekî datîne, çîrokek pê re derbas bûbe. Yanî tiştên hene çîrok in û tiştên hene jî wisa normal in.
Helbestvan dinivîsîne wek hestên xwe. Bes hilbijartina me bi rastî ji helbestê re piçekî zehmet e. Rehma Xwedê lê be, Ferhadê Icmo digot, "Razîkirina te piçekî zehmet e." Sefqan digot, "Kezeba min reş dike heta ku ez helbestan li hevdû tînim."
Bi rastî gelek helbestvanan jî ji min re nivîsandine û ez spasiya gişan dikim, ez naxwazim bi nav bikim, ji ber ku gelek nav in, ji bîra min herin, ez kêmaniyê têxim mafê wan. Spasiya gişan dikim. Bes yên ku herî zêde ji min re nivîsandin, bi rastî, rehmetî Ferhadê Icmo bû û Sefqan gelek ji min re nivîsandine. "Tu Nizanî" awaz û gotin jî yên Sefqan in. Yanî awaz jî yên wî ne, gotin jî yên wî ne.
Rûdaw: Gelek berhemên wî hene. Te jî awaz dane Sefqan. Dema ku Sefqan dest bi karê hunerî kir û bi temenê xwe jî biçûk bû, berhemên we yên hevbeş hene bi awaz û stranan lê heta niha me hunermend Sefqan û hunermend Şeyda bi dueteke nedîtiye. Çima?
Şeyda: Heye, bes belkî kevn e. Yanî wisa piçekî kevn bûye, belkî li ser sosyal medyaya tune, li ser YouTubeyê tune. Rehma Xwedê lê be Ferhadê Icmo, carekê em li cem wî rûniştî bûn, got "Şeyda, hûn li ser esmeran gelekî distrên, ka li ser gewrekê jî bistrên."
Icar rabû stranek danî, "Gewrê dêm bixal, lêv mey û piyal, jiyan li gel wê Newroz û Sersal." Ewa min û Sefqan digot, wek duet lê mixabin nizanim, li cem Sefqan e yanî... Îşev jî min jê re got, bêje. Piranî ew awazên min danîbûn û rehmetî Ferhadê Icmo nivîsandibûn. Bes wisa li ber guhan wenda çû, mixabin.
Rûdaw: Niha nûçeyek li cem min heye derbarê vê yekê. Sefqan hazir kiriye, her tişt. Duetek hazir kiriye ku hûn bi hev re bêjin. Niha ku hûn vegerin... Wî ji min re got, "Min duetek hazir kiriye, hemû tişt amade ye, ez li benda Şeyda me."
Şeyda: Rast e, bavê Rewanê têra xwe heye.
Rûdaw: Dixwazim tiştekî nîşanî te bidim…. Tu zanî vê berhemê çima bala min kişand? Biborîne... Armanca min ev nebû lê... biborîne lorandin jî tê de dibêje te Navê wê "Hêvî" Çima? Min nexwest ez birîna te vekim lê bi rastî jî gelek dipirsin, dibêjin berhemeke pir bi şewat e, lorandin jî tê de heye lê navê wê "Hêvî" ye. Ji ber vê jî bo min jî balkêş bû.
Şeyda: Min jê re got, ev surprîz e û ji min re nebêje.
Rûdaw: Biborîne, min nexwest ez birîna te vekim, lê bi rastî jî gelek dipirsin, dibêjin berhemeke pir bi şewat e, lorandin jî tê de heye, lê navê wê "Hêvî" ye. Ji ber vê jî bo min jî balkêş bû.
Şeyda: Ez ti carî, gelek caran ji min re dibêjin "Bistrê", ez nikarim bistirêm, ji ber ku tiştekî wê yê nexweş di dilê min de heye. Rehma Xwedê lê be Ferhadê Icmo, telefon ji min re lê xist, got "Şeyda, min helbestek dîtîye, tu yê bistrê."
Rabûm min jê re got "Temam, ka were." Ez hatim cem wî. Sala 2015an bû. Rabû helbest ji min re anî. Helbest ne ya wî bû. Helbest a rehmetî Ferhadê Icmo û navê wî nayê bîra min, zilamekî bi temen bû, cîranê rehmetî Ferhadê Icmo bû.
Ew jî zarokên wî giş koçber bibûn, ew tenê mabû. Min jî zarokên min giş çûbûn, ez tenê mabûm. Lawê min derketibû Ewropayê. Wê gavê zarokên min çûbûn Bakurê Kurdistanê. Ez tenê mabûm û ew tenê mabû. Got, "Şeyda, tê tiştekî xweş çêkî." Rabû, ev meqamê ku me çêkirî, meqamê Hîcazê Deşta Mêrdînê ye. Meqamekî pir bi şewat e, bi rastî. Ez spasiya wî jî dikim bi rastî. Kesên ku keman jî lê dixistin nemabûn, xelk giş koçber dibû wê gavê.
Rûdaw: Yanî li ser kurê te ye ev berhem?
Şeyda: Ew berhem li ser kurê min e. Yanî min wek hestê xwe li ser lawê xwe çêkir û yê ku nivîsand jî li ser zarokên xwe nivîsandibû, bi rastî. Wê demê koçberiyeke mezin hebû, xelk gelek nerehet bûn.
Rûdaw: Tu dikarî perçeyekî jê bêjî?
Şeyda: Na, ez nikarim. Yekcar nikarim ez... yanî baş bûme, min ew derbas kiriye.
Rûdaw: Heta ku guhdarî dikî...
Şeyda: Na.
Rûdaw: Tu nikarî?
Şeyda: Em israrê nakin.
Rûdaw: Ez dixwazim hinekî behsa... Her çi qasî hunermend ji siyasetê hinekî hez nakin, dûr in lê em Kurd in. Yanî karê me çi be jî her em girêdayî siyasetê ne. Van guherînên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê çêbûne, tu weke hunermend, weke hunermendekî diyar ê Rojavayê Kurdistanê, weke dengekî zelal ê Kurdan, ew guhertinên ku li Rojava bi taybetî çêbûn, çi bandor li ser hunera te kir, li ser peyama te kir?
Şeyda: Bi rastî ev pirsa hanê baş bû te ji min kir. Bi rastî piştî vê lihevkirina hanê, ne li cem min tenê, li cem xelkê me yê ku li Ewropayê dijî bi tevahî bû cihê hêviyê, bû cihê hezkirinê, bû cihê hema tu çi bêjî, ew tiştê xweş e bi rastî.
Ev tişt yek ji wan tiştan bû ku hişt ku ez li vegerê, yanî ez hîn zêdetir li ser bisekinim, ez bêm, vegerim. Ji ber ku em giş bûn yek. Gerek ev tiştê hanê bi rastî, biborînin, berî çardeh-pazdeh salan bûya. Ez ê wisa bûyereke biçûk bibêjim. Bavê min temenê wî dor heştê û tiştekî bû. Ez hatim malê, ku li cem wî rûnim, êvarê bû. Me li televîzyonê dinêrî. Got "Mela Kurd li hevdû kirin." Sal 2012-2013 bû. Got, "Xwepêşandanek derketiye û giş bûne yek." Lawê min ê heftê-heştê salî, "Ma em li hêviya vî tiştî ne, ez ê li malê bimînim?." Min got "Zor e tu bimeşî." Got "Bes e Xwedê ji te razî be, ez di vê roja germ de..."
Welle îcar ez ê ne kêmî bavê xwe bim, bi rastî. Ev tişt cihê xweşiyê ye, cihê hêviyê ye û ez bi hêvî me ku berdewam be û em karibin vî mêweyê hanê bixwin. Yanî ev erda hanê bi xwînê hatiye avdan, li Kurdistanê seranser. Ez bi hêvî me ku nifşên nû xweşiyê bibînin, hew.
Rûdaw: Yekhelwestiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştiyê jî li Bakurê Kurdistanê heye. Eger bêjin bi stranekê tu li ser vê yekê peyamekê bişînî, tê karibî?
Şeyda: Ez ê bidim. (Stran) Gula Kurdistanê, rêbaza dil, di deryayên wan çavan... Li Amed, Wan û Hewlêrê ez im bilbil, bo min rê ke silavan... Gula Kurdistanê, rêbaza dil, di deryayên wan çavan... Li Hewlêr û Wanê, ez im bilbil...
Rûdaw: Destxweş, gelekî xweş bû, pir xweş bû. Ez tiştekî ji bîr nekim, bila pirsa min a dawî be. Em kêm te di ahengan de dibînin, li aliyê muzîkê dibînin, konseran. Çima tu nema konseran dikî?
Şeyda: Bi rastî, konser, ez ji berê de kêm derdiketim. Li ser em bêjin medyayê jî li ser sosyal medyayê, Facebook, TikTok, Instagram, ez yekcar dernakevim. Bi rastî ez xwe tê de nabînim. Yanî xortek heye li ser karê min disekine û hikmê xwe li min dimeşîne, "Wilo bike, wilo neke...."
Ez nikarim qebûl bikim. Bes konseran çêdikin... Ez wisa hez nakim. Sebebek heye, bi rastî. Wek enstrumanvanên ku bi min re kar bikin, ez dixwazim ku grupeke profesyonel bi me re be. Ew jî bi rastî li Ewropayê gelekî zehmet bû ku mirov grupeke baş peyda bike. Ji ber wê ez kêm derdiketim.
Li Rojavayê Kurdistanê, wextê berê ku em derdiketin konseran, bi rastî grupeke baş li gel me bû. Niha em li benda konsereke li Rojava ne. Wextê Xwedê, gava ku me grupeke muzîkê ya baş peyda kir, em dê kar bikin.
Rûdaw: Gotûbêj û pirsyarên li gel te hîna jî xilas nabin. Gelekî spasiya te dikim û ez gelekî kêfxweş bûm ku min ev hevpeyvîn li gel te kir û tu mêvanê me bûyî.
Şeyda: Spas ji bo te jî û ji bo hemû karmendên we di Rûdawê de û îro xort jî tevî me westiyan bi rastî, heya derengiya şevê. Saeta wan gişan xweş û hêviya serkeftinê ji bo we gişan. Rojeke xweş û tenduristiyeke xweş. Spas gelekî.
Rûdaw: Spasiya te dikim. Spas ji we re jî ku we li me temaşe kir. Her şad bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse