Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a Êzdî Eşwaq Hecî piştî rizgarbûna ji destê DAIŞê çûye Almanyayê, lê çekdarê DAIŞê yê ku ew kirîbû, li Almanyayê jî ew dît, Eşwaq jî neçar bû ku vegere Kurdistanê. Eşwaq Hecî dibêje: “Gelek keçên Êzdî weke min çekdarên DAIŞê li Almanyayê dibînin.”
Eşwaq Hecî keçeke Kurd a Êzdî ye ku wek ji wan bi sedan keçên din ên Kurdên Êzdî ye ku di 3ê Tebaxa 2014an de ketibû destê DAIŞê. Eşwaqa 19 salî bi 100 dolarî bo çekdarekî DAIŞê yê bi navê Ebû Humam hat firotin, lê Cotmeha 2014ê karî bireve û vegere Herêma Kurdistanê.
Programeke hikûmeta Almanyayê bûn hevkar daku di sala 2015ê de Eşwaq, dayîk û birayekî wê yê biçûk li bajarokekî Stutgarta Almanyayê bicîh bibin.
Ev keça Kurd a Êzdî li bendê bû ku li vî welatê ewropî dest bi jiyaneke nû bike, lê li wir jî Ebû Humam derkete pêşberî wê û derbarê jiyana Eşwaq a li Almanyayê de jî zanyariyên wî yên baş hebûn.
Eşwaq Hecî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser wî çekdarê DAIŞê ku li Almanyayê jî dev jê bernedaye, zanyariyên nû dan.
Eşwaq diyar dike ji malbata wan 77 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin û heta niha jî derbarê wan de agahiyên wê tine ne. Çekdarên DAIŞê hemû keçên wan ji malbatê veqetandine û firotine.
Keça Kurd a Êzdî Eşwaq diyar dike ku di sala 2014an de çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebû Humam ew li Beacê ji çekdarekî bi navê Ebû Mihemed El Iraqî standiye, ku navê rastîn ê Ebû Humam jî Mihemed Reşîd e û ji xelkê Bexdayê ye.
Eşwaq eşkere kir ku ew di sala 2015an de çûye Almanyayê û di sala 2016an de çekdarê DAIŞê li Almanyayê jî li pey wê bûye û got: “Min paş xwe nihêrî, min dît yek li paş min e, lê min got belkî ne ew be, min got ew çekdarê DAIŞê ye nayê Almanyayê.”
Keça Kurd diyar kir: “Di sala 2018an de nîvro di saet 12:00an de otomobîlek hat, ew û zilamekî din, ji otomobîleke spî daketin, hatin li ber min sekinîn û ji min re bi zimanê Almanî got 'ez dikarim ji te tiştekî bipirsim?', ji min pirsî 'tu Eşwaq î?' min got 'na, tu kî yî', berçavka xwe ji ber çavê xwe rakir û got 'ez Ebû Humam im, ez zanim tu Eşwaq î' û got 'ez dizanim ji 2015an ve tu li Almanyayê dijî'.”
Eşwaq eşkere kir ku dema ew çekdarê DAIŞê dîtiye, demildest çûye ba hêzên ewlehiyê û gilî kiriye, ji hêzên ewlehiyê re diyar kiriye ku eger were revandin, wî çekdarê DAIŞê ew revandiye. Eşwaq dibêje: “Li Almanyayê meh û nîvek ez li hêviyê mam. Min dît ku tiştek nekirin, doza min belav nekirin, eger bigihandana rayedarên mezin dê bi kêrî tiştekî bihata, lê wan tenê li cem xwe hiştin û winda kirin, ez jî vegeriyam Iraqê.”
Di vê hevpeyvînê de, keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî zanyariyên nû li ser wî çekdarê DAIŞê aşkere dike, ku li Almanyayê jî dest ji wê bernedaye:
Rûdaw: Te li kuderê Ebû Humam di nava DAIŞê de dît?
Eşwaq Hecî: Di roja 03-08-2014 de 77 kes ji malbata me hatin girtin, tevahiya malbata me, mamên min, keçmamên min, kurê mam, xal û keçxal û xuşk û birayên me, malbata me bi tevahî hatin girtin. Heta niha jî em tiştekê derbarê çarenivîsa wan nizanin. Em bi xwe re birine Sûriyê, bo dema heftiyekê em li Sûriyê man, malbata me, em hemû bi hev re bûn, ne tenê malbata me, lê gelek êzidiyên din li wê derê bûn.
Em heftiyekê li wê derê man û paşê em vegerandin Iraqê, piştre wan keç ji malbatan cuda kirin, her ji keça 6 salî heta sertir, ti keçek li cem malbatên wan nehîştin, her hemû birin jibo firotinê, paşê destdirêjî kirine ser hemûyan.
Ez dixwazim hemû welat halê wan keç û jinan bizanin ku ketine destê DAIŞê, îro ku ez diaxivim ez tenê behsa xwe nakim, lê bi hezaran keç û jin di destê wan de ne, ku em tiştekê derbarê çarenivîsa wan de nizanin.
Di çi salekê de bû ku te Ebû Humam dît?
Di sala 2014ê de bû, nêzîkî 4 heta 5 heftiyan bi ser kirrîna wan keç û jinên êzidî re derbas bibû. Piştî ku Ebû Humam hat û li navçeya Beacê ez kirrîm û ez birime Rembûsî ku heyama 3 mehan ez li wê derê bûm.
Te pêştir behsa wê yekê kiribû ku Ebû Humam bi 100 dolarî tu ji kesekî din kirrîbû, navê wî kesî çi bû ku Ebû Humam tu ji wî kirrî?
Navê wî Mihemed Iraqî bû.
Ebû Humam xekê kuderê bû?
Ebû Humam bi xwe xelkê Bexdayê ye, navê wî yê ras Mihemed Reşîd e, ez piştrast im ku niha nîvê malbata wî li Bexdayê dijîn û nîvê din jî li Almanyayê dijî.
Halê me niha li Iraqê di metirsiyê de ye, çimku dizanim ku niha nîvê malbata wî li Bexdayê ne û nîvê din jî li Almanyayê dijî, ewan ez dîtime.
Dema ku Ebû Humam tu kirrî, mala wan li kuderê bû?
Dema ku li Beacê ez kirrîm, rasterast ez birime Rembûsî, lê em bi xwe re digerandin, em dibirne Sûriyê, dibirine Beacê, Mûsilê, bo hemû cihekê em jî bi xwe re dibirin, em weke mertalekê ji xwe re bikar dihanîn. Ez li gel Ebû Humam bûm bo dema 3 mehan li Rembûsî, wê dema ku ez li Rembûsî bûm, ew emîrê Şerîyê DAIŞê bû, hevdem berpirsê dîlên me bû.
Tu kengê çûyî Almanyayê?
Ez di 22-10 de ji destê DAIŞê rizgar bûm, nêzîkî 6 mehan li cem bav û birayê xwe mam, paşê di sala 2015ê de ez çûme Almanyayê.
Te li Almanyayê zimanê almanî dixwand, çima ji Almanya vegeriyayî Kurdistanê?
Almanya jibo keç û jinên Êzidî xemsar nebû, Almanya bo hemû penaberan xemsarî nekiriye, lê di sala 2016 de dema ku min ew DAIŞî dît ku çavdêriya min dikir, di rêya navbera bazar û mala me de çavdêriya min dikir, min li pişt xwe nihêrî, min dît kesek li dû min e, lê belê min wisa hizir kir ku renge ew nebe, ez di wê baweriyê de bûm, ku ew zilamê DAIŞê ye û nayê Almanyayê. Min ev rewş ji dayika xwe re behs kir û dayîka min got tişteke wiha li Almanyayê nîne, lewma min tiştek neki. Piştre ez bi şêweyekê asayî çûme dibistanê û min bêtirs ew dem li Almanyayê derbas kir. Di sala 2018 de dema ku ez li dibistanê bûm, ez ji kar hatim derê, demjimêr 12:00ê nîvro dibû, otomobîleke spî hat û li cem min rawestiya, got dikarim pirsekê li te bikim. Bi almanî bi min re axivî, min jî her bi almanî bersiva wî da û min got fermo, ji min pirsî tu Eşwaqî? Min jî got ne ez Eşwaq nînim, got êdî tu kê yî? Min rûyê xwe vegerand, wî jî got ez Ebû Humam im û ez dizanim jî ku tu Eşwaqî. Min jî got, ez ne te nas dikim û ne yê din jî. Wî got, belê ez dizanim tu ji sala 2015ê ve li Almanyayê dijî, li kuderê dijî. Hemû jiyana min a li Almanyayê dizanî, gote min derewan li gel min neke, ez dizanim tu Eşwaqî, min jî got, ez Eşwaq nînim, min nedizanî ji tirsan biçim kuderê.
Dema ku bo cara duyem te Ebû Humam dît, li çi bajarekê bû, çi dem bû?
Cara pêştir û cara duyem jî her li bajarekê ser bi Stutgardê bû, cara dawî jî ku wî ez dîtim, di meha 2 a 2018an de bû.
Dema ku wî tu dîtî, tu mijûlî çi bûyî?
Dema ku ez li ser kar vedigeriyam, ez bi telefonê ve mijûl bûm, min dixwast biçim markêtê bo nîvro tiştekê bikirim û vegerim ser karê xwe. Dema ku ez gihîştim ser cadeyê, ew bi otomobîlê hat û li pêşiya min rawestiya, eger rast bibêjim, wî ji sibehî ve çavdêriya min kiribû, daku bizane ka ez çi demê tême derve.
Gelo wî hewl da ku te li gel xwe bibe, yan te bixe nav otomobîla xwe, herwiha wî çawan zanyarî li ser te peyda kiribû?
Ez nizanim, lê renge wisa danîbe dema ku min bibîne, min birevîne yan tiştekê li min bike, dema ku cara yekem ez dîtim, cihê min nas kir. Cara duyem dema ku bi min re axivî, jibo wê bû ku ez bizanim ew zilam li Almanyayê dijî weke min, renge eger careke din wî ez dîtibam, ez birevandibam, lê eger careke din wî ez dîtibam û ez revandibam, kesî nedigot ku wî ez revandime, çimku xelkê dê bigotiba, temenê wê 18 sal e, li Almanya mirov azad e li wê derê bi kesekî re biçe, kesî nedigot kesekî DAIŞê hatiye Almanyayê û ew keç revandiye, îro jî ku hawar hawara min e, bi sedan keçên weke min li Stutgardê ne û wî zilamê DAIŞî dibînin, lê kes alîkariya wan nake û nagihin hawara wan û kes jî dengê wan nagihîne derekê.
Ew kes çawan karîbû wan zanyariyan li ser te kom bike?
Ez jî matmayî mame, min jî hez dikir bizanim ka wî kesî çawan zanyarî lis er jiyana min bi dest xistiye. Ez jî nizanim ku çawan zaniye ez ji sala 2015ê ve li Almanyayê me.
Gelo bi baweriya te ew nîşana wê ye, ku çekdarên DAIŞÊ li Ewropayê jî heman karê xwe dikin û li dû keçên Kurdên Êzidî digerin?
Min ji gelek keçan bihîstiye, ku li Stutgardê ne, ku em weke penaber birine Almanyayê û em birine herêma Stutgardê, ew keçên ku ji destên wan rizgar bûne, her hemû li herêma Stutgardê ne, gelek ji wan keçan zilamên DAIŞê dîtine, lê ew keç naaxivin, lê dema ku min ew zilamê DAIŞî dît, min Almanya bi cih hîşt û min got, ez dê xwe bikim qurbaniyê wan keç û jinên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
Polîsê Almanya li Baden Vortemburg di roja 13ê Gulana îsal de, li ser hesaba xwe ya twîterê dibêje, ew neçar bûne lêkolînên xwe bi dawî bikin, çimku nekarîne li gel te biaxivin, çimku te vegeriyabûyî Kurdistanê, gelo ew hincet rast e?
Ez nizanim ew tişt rast e yan na, lê min ji aliyê xwe ve ti xemsarî nekir, cara pêştir ku min ew zilam dît, ez çûme cem berpirsên xwe û çûme cem polîs, ez çûme cem hemûyan û min gilî tomar kir û min got, wî kesî li Iraqê destdirêjiya sêksî kiriye ser min, û çend roj e ku ez wî li Almanyayê dibînim, eger hat û du rojên din min birevîne, divê hûn hemû wê yekê bizanin ku ew kes li Almanyayê ye, meh û nîvekê li Almanyayê bi vê hêviyê bûm, lê dema ku min dît, ti tiştek nekirin û giliya min ji bîr kirin û kesê xwe nekiriye xwediyê wê, eger giliya min biribana cem berpirsên payebilib, dibû ku tiştek kiribana, lê wan giliya min li cem xwe hîşt, lewma ez vegeriyam Iraqê.
Tu ji tirsan vegeriyayî?
Bêguman, eger du rojên din li wê derê ez revandibam, kesê nedizanî kî ez revandime û hemûyan dê gotiban, li Almanya mirov azad e û ew bi xwe pê re çûye.
Reftara polîs çawan bû dema ku te ew halet ji wan re behs kir?
Dema ku min ji wan re behs kir, wna got divê belge hebe, min jî got li pêş wê markêta ku ew bi min re axivî, eger kamêraya çavdêriyê hebe li derveyê markêtê, dibe ku wêneyê me girtibe, çimku me di nava markêtê de qise nekiriye, belku li ser cadeyê bûye li pêş markêtê. Min got tenê wêne girtibe, min got em dê biçin temaşe bikin û em bibînin. Gotin te xem nebe, lê tiştek nekirin.
Bi baweriya te, polîs ciddî nebûye ku wî kesî bigirin?
Wan got em dê hewl bidin û her tiştek ji destê me were, em xemsariyê nakin, hemû tişt li cem xwe nivisîn, ez li gel wan çûme Vayplîgen, hemû pirsek ji min kirin, derbarê wê ku şêweyê wî çawan e, qelew e yan lawaz e, bejna wî dirêj e yan kurt e, min jî hemû tişt ji wan re got, wêneyê heman zilamî derxistin, hejmarek (telefon) dane min û gotin eger careke din te ew kes dît, bi vê hejmarê pêwendî bi me bike, eger careke din min ew kes dîtiba û wî ez revandibam, min çawan pêwendî bi polîs kiriba û kê dizanî ka kî ez revandime, eger ez kuştibam yan tiştek li min kiriban, ti kesê nedizanî kê ew kar kiriye.
Bi baweriya te polîs xemsar bûye di girtina wî kesî de?
Weke ku wan got, ew xemsariyê nakin û gotin em dê li dû wî zilamî bigerin û wî bigirîn, ez jî mehek û nîvê bi vê hêviyê mabûm, lê min dît ku ti tiştek nekirin û haya wan jî li min nîne, êdî ez û û dayîka xwe û birayê xwe em bi hev re vegeriyan.
Gelo Ebû Humam digot, ku ez malbata we nas dikim û dizanim hûn li kuderê dijîn û mala we li kuderê ye, li herêma Stutgard, te ti caran li ser wê yekê fikir nekiriye, ku wî kesî çawan ew adres peyda kiriye û ew hemû zanyarî bi dest xistine?
Ez jî nizanim, min ji wî berpirsê xwe re got û min got, ew kes çawan hemû tarîxa jiyana min dizane û çawan dizane ku ez li Almanya çi karî dikim û li kuderê jî dijîm. Lê dema ku got hûn li wê cadeyê dijîn, hate bîra min dema ku cara yekem li dû min bû, min fikir nedikir ku ew be, çimku di wê baweriyê de bûm, ku zilamekî DAIŞî nayê Almanyayê.
Niha tu mêvana Rûdawê yî, hemû cîhan te dibîne, ji vir ve peyama te bo polîsê Almanya û Wezareta Dadê ya Almanyayê çî ye?
Ez hêvîdarim ku wî zilamî bigirin, çiqas zilamên DAIŞê li Almanyayê hene, wan bikin derê, avirekê jî li keç û jinên Êzidî bidin, du rojên din eger çend keç bihêne revandin, paşê dê kê bizane ka kê ew revandine, min ji gelek keçan ve zaniye ku ew zilam li Stutgardê ye, di nava şemendefer de û li ser rêyan ew zilamê DAIŞî dîtine, min jî xwe kire qurbaniyê hemû wan keç û jinên ku ji destê DAIŞê rigzar bûne. Min got hinek hesabê bo min û bo wan bikin, piştî ku em ji destê DAIŞê rizgar bûn û em çûne welatê xerîbiyê û em çûne Ewropayê, hêj li d me tên û hewl didin li wê derê jî me birevînin.
Dixwazî peyamekê bo Angela Merkel bişînî û dixwazî jê re çi bêjiî?
Ez hêvîdarim ku eger li gel her berpirekêî payebilind biaxivim, pirsa min a yekem ev e, zêdetir ji 3 hezar Êzidî hatine girtin, 4 sal e em tiştekê li ser wan nizanin, em dixwazin tiştekê derbarê wan de bizanin. 41 kes ji wan 3 hezar kesan ji malbata min in, çi xûşk, çi bira, çi mam û çi keçmam û zava, kesûkarên me hemû girtine, ti kes rizgar nebûye. Ez hêvîdarim em zanyariyekê derbarê wan dîlên xwe de bizanin û tiştek ji bo wan keç û jinên êzidî were kirin, çi li Almanya û çi li Iraqê û li her cihekê bin, rola wan xuya be û ew DAIŞî ji Almanyayê bihêne derxistin, eger bi vî awayî be, dê gelek keçên din ji Almanyayê vegerin û Almanya jî dê bi wan DAIŞiyan xirab bibe.
Tu dixwazî çi peyamekê bigihînî Yekîtiya Ewropayê û tu ji wan re çi dibêjî?
Heman daxwaz min hene, ez ji her kanalekê re axivîbim, çi berpirsek bûbe, çi mezinek be, çi serokek be, daxwaza min a pêşîn ev e ku em tiştekê derbarê çarenivîsa wan 3 hezar û 600 êzidiyên girtî de bizanîn. Ew daxwaza min a herî pêşîn e. Duyem jî ev e, tiştekê ji wan keç û jinan re bikin, ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, ku piştî wan hemû zehmetî û derdan û destdirêjiyê, careke din wan zilamên DAIŞî dibînin.
Daxwaza te ji Yekîtiya Ewropayê heye jibo ku ew DAIŞiyê reviyane û çûne wan welatan û daxwaza mafê penaberiyê kirine, bigirin, jibo ku nebin gef bo ser êzidiyan û xelkê din jî?
Bêhuman ew zilamên DAIŞê, destdirêjiya sêksî kirine ser, berî hemûyan min û paşê jî keçên din ên êzidî, bêguman em dixwazin ew werin sizadan û ji Almanyayê bihêne derxistin. Em çûne cihekê ku em naxwazin kesekî bibiînim ku li wê derê me nas kiribe, heta niha jî tê bîra me, ku çawan destdirêjî kirine ser keça 6 salî û mezintir û çawan keç bi tenê 100 dolarî difirotin, heta ku dunya hebe, ew tişt ji bîra me naçin, heta ku em dimirin. Hemû kes dizane rewşa me dema ku em girtî bûn çawan bû, ew keçên ku heta niha jî di destê wan de mane, rewşa wan niha ji caran xirabtir e. Dema ku em çûne Almanya û her dewleteke din jî, eger ew DAIŞî li wê derê bin û me birevînin, wate divê em xwe bikujin, me ne bi kêrî Iraqê û ne jî ti dewleteke din tên. Ez hêvî dikim ku dengê min bigihînin hemû welatên cîhanê. Her aliyek ku tiştek ji destê wê tê, dengê me bigihînin wan, îro ku ez diaxivim, tenê li ser xwe naaxivim, li ser hemû êzidiyan diaxivim, bi taybet ew keç û jinên ku niha bi dîlî di destê DAIŞê de mane, ew bû çar sal ku di destê wan de ne, û em tiştekê derbarê çarenivîsa wan de nizanin.
Te çi daxwazek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye?
Ez ji hemû hikûmetan dixwazim, ku em tiştekê derbarê dîlên xwe de bizanin, wî zilamê DAIŞî siza bidin, ne tenê ew belku bi hezaran DAIŞî li Almanya li herêma Ştutgardê ne, pêwîst e werin sizadan, ew DAIŞî bihêne derxistin, yan jî Almanya jî weke Iraqê xirab dibe, weke çawan ku Iraq xirab bû, çawna ez ji Şingalê derxistim û ez firotim.
Te got, kesûkarên Ebû Humam li Bexdayê ne, gelo te çi daxwaz ji Hikûmeta Iraqê heye?
Daxwaza min ji hikûmeta Iraqê ev e ku karekê jibo îtîrafkirina bi cenosîda êzidiyan bikin û tiştekê ji êzidiyan re bikin, em bi kêrî Iraqê nayên, em nevêrin li Iraqê bijîn. Ez dizanim nîvê malbata Ebû Humam li Bexdayê dijîn, nêvî din jî li Almanyayê dijîn, em ne dikarin li Almanya bijîn, ne jî dikarin li Iraqê bijîn.
Ew wêneyên ku li pişt serê te xuya dibin, yên kê ne?
Ev wêneyê malbata min e, 41 kes, 5 birayên min û xûşkeka min, du mamên min tevî malbatên xwe, met û xaletên min tevî malbatên xwe ve, zavayê me û kurmamên min tevî malbatên xwe ve her hemû hatine revandin û 4 sal e ku em tiştekê derbarê wan de nizanin.
Di dawiyê de ez hêvîdar im ku welatên cîhanê karekê bo êzidiyan bikin, bi taybet bo wan dîlên ku dema 4 salan e em tiştekê derbarê wan de nizanin. Bes e, heta kengê em bi hêviya vegera wan bin, eger di jiyan de mane, pêwîst e em bizanin, eger jî nemane her divê em bizanin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse