Daniela Behrens: Divê dersînorkirina Êzidiyan raweste

12-06-2025
Daniela Behrens / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Daniela Behrens / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya Koçber Êzidî Dersînorkirin
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Endama Konseya Federal a Almanyayê Daniela Behrensê ji Rûdawê re got, “Divê dersînorkirina Êzidiyan raweste.”

Wezîrên karên navxwe, senator û  berpirsên 16 herêmên Almanyayê li bajarê Bremenê li hev dicivin û “koçber” mijara sereke ya civînê ne.

Endama Konseya Federal a Almanyayê Daniela Behrens jî yek ji beşdaran bû û ew ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

“Divê dersînorkirina Êzidiyan raweste”

Daniela Behrensê got, “Ez bawer im rewşa Êzidiyan bi ti awayî baş nabe” û li pey axaftina xwe çû:

“Min li ser asta herêmî û federalî bi tundî bang kiriye ji bo qedexekirina dersînorkirina giştî ya Êzidiyan  li Almanyayê, divê dersînorkirina Êzidiyan raweste.”

“Em şanaziyê bi civaka Êzidî dikin”

Wê bi bîr anî ku Almanyayê Komkujiya Êzidiyan bi awayê fermî nas kiriye û got:

“Li herêma me, Nedersaksen, civakeke Êzidî ya mezin heye ku em şanaziyê pê dikin, wan xwe gelekî bi başî xwe guncandiye û yekgirtî ne û wan welatê me dewlemend kiriye.

Her ji ber wê me rêkareke taybet li Nedersaksen heye ku bi navê Komîsyona Zehmetiyan tê naskirin.

Yanî eger mafê penaberiyê yê jinên Êzidî ji aliyê ofîsa federalî ji bo koç û penaberan bê derxistin, ew dikarin bi rêya Komîsyona Zehmetiyan nerazîbûnê nîşan bidin. 

Ev ji bo min girîng e, bi taybetî dema ku behsa jin û keçan tê kirin, bê guman bi heman şêweyî zilaman jî li xwe digire. 

Her ji ber wê em dê parastina naskirina êş û azarên Êzdiyan bidomînin û em dê berpirsyar bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst