Berlîn (Rûdaw) - Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag), di biryareke ku dê bandoreke rasterast li ser hezaran malbatên penaber ên Kurd û Sûriyeyî bike de, pêşnûmeqanûneke ji bo rawestandina yekbûna malbatan ji bo maweya du salan pesend kir.
Biryar wan penaberan li xwe digire ku mafê mana demkî (Parastina Duyemîn) ya li Almanyayê wergirtine.
Vê yekê di nava dîasporaya Kurd û rêxistinên mafên mirovan de nîgeraniyeke mezin çêkiriye û mixalefeta wî welatî jî bi tundî li dijî wê disekine.
mixalefet bi serokatiya Partiya Keskan (Die Grunen), bi tundî li dijî biryarê sekinî.
"Jin û zarokên wan neçar dimînin ku siwarî keştiyên mirinê bibin"
Serokê fraksiyona Partiya Keskan Felix Banaszak biryar wekî "şaşiyeke mezin" bi nav kir û got:
"Demokratên Xiristiyan her tim digot ku dixwazin koçberiya neyasayî sînordar bikin lê tiştek ji hatina jin û zarokan bi rêya yekbûna malbatan yasayîtir nîne ku ev yek ji sedî 80yê rewşan pêk tîne.
Kes nikare ji min re şirove bike ka Almanya çawa dibe welatekî parastî, dema ku mêrên bi trawmayê ketine kampan, bi tenê têne hiştin û jin û zarokên wan neçar dimînin ku siwarî keştiyên mirinê bibin da ku bigihîjin Almanyayê.
Ev yek berevajî yekgirtin û dadweriyê ye, lewma me ev red kir."
Li hember vê yekê, partiya desthilatdar a Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) biryarê diparêze û wê wekî pêwîstiyeke lezgîn ji bo kêmkirina zextê li ser saziyên welatê xwe dibîne.
"Me rê li ber îstisnayan vekiriye"
Berdevkê Karûbarên Navxweyî yê CDUyê Christian Haase got, "Me ev yek kir, ji ber ku pêdiviya me bi bêhnvedanekê heye.
Wekî siyasetmedarekî herêmî, ez dizanim li bajaran çi diqewime.
Em dixwazin ew kesên ku tên vir bi başî bên yekkirin û bi cih bibin lê êdî şiyana me ya vî karê mezin nemaye û em tenê dikarin ji bo debara wan pereyan bidin wan.
Lê belê, ji bo rewşên mirovî yên taybet, me rê li ber îstîsnayan vekiriye û ji bo her rewşekê biryareke taybet tê dayîn."
Para mezin ji Sûriyeyiyan re
Ev biryar di demekê de ye ku li gorî statîstîkên fermî, Hikûmeta Almanyayê tenê di şeş mehên yekem ên îsal de nêzîkî 54 hezar û 600 vîze ji bo yekbûna malbatan derxistine ku para mezin bi nêzîkî 8 hezar û 500 vîzeyan gihîştiye welatiyên Sûriyeyê.
Her wiha 1,900 vîze ji bo Îraniyan, 1,200 ji bo Efxanan û 600 vîze jî ji bo welatiyên Îraqê hatine derxistin.
Sala borî jî, Almanyayê zêdetirî 120 hezar vîze ji bo heman mebestê derxistibû.
Ji bo 2 salan hat rawestandin
Li gorî qanûna nû, ew mafê ku berê mehane ji hezar penaberên xwedî parastina duyemîn re dihat dayîn, dê ji bo maweya du salan were rawestandin.
Hikûmeta nû ya Almanyayê bi vê pêngavê dixwaze yek ji sozên xwe yên sereke yên kampanyaya hilbijartinê bi cih bîne ku ew jî "rawestandina pêla koçberiyê" bû.
Tevî tundkirina qanûnê jî, hîn hêviyek ji bo wan malbatan maye, ji ber ku di biryarê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku dê lêkolînên takekesî ji bo rewşên mirovî werin kirin.
Ev yek deriyekî vekirî ji bo wan malbatên ku ji ber rewşa xwe ya dijwar pêdiviya wan bi gihîştina hev heye, dihêle.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse