Mîkaîl Bulbul: Li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk rê li ber zimanê Kurdî tê girtin

26-04-2025
Ferdî Sak
Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Mîkaîl Bulbul Zanîngeha Artukluyê Zimanê Kurdî
A+ A-

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul ji Rûdawê re ragihand ku bi bipêşketina teknolojiyê re Tirkî wekî zimanekî serdest her ku diçe bandora xwe ya li ser zimanê Kurdî zêdetir dike û Kurdî sînordar dike.

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul got:

“Li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk rê li ber zimanê Kurdî tê girtin.

Bi taybetî Kurdên Bakurê ji bo federalîzmeke zimanî qet nebe pêwîst e têkoşîneke radîkal bidin.

Ji ber ku eger wisa berdewam bike, dibe ku 20 heta 30 salên din Kurdî êdî tenê ji aliyê kesên emrê wan mezin vê bê axaftin.”

Mîkaîl Bulbul diyar kir ku hebûna bêşên Kurdî li zanîngehan û dersên bijarte bi tenê nikarin zimanê Kurdî ji çerxa asîmîlasyonê biparêzin û anî ziman:

“Kurdî heta ku nebe zimanê dibistanan, zimanê perwerdeyê û bi awayekî qanûnî neyê teşwîqkirin, statuyeke Kurdî û Kurdan bi hev re çênebe, Kurdî bi tena serê xwe nikare li hemberî Tirkî û asîmîlasyonê raweste.”

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul di wê baweriyê de ye ku aktorên siyasî, civakî û aborî 3 aktorên sereke yên parastina ziman in û da zanin:

“Eger ew aktor Kurdî bi kar bînin, prestîja ziman zêde dibe, xelk bêhtir tewecuhî Kurdî dike û berê Kurdan bêhtir dikeve Kurdî.”

Konferansa 4emîn a Lêkolînên Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Konferansê roja sêşemê dest pê kir û roja pêncşemê bi dawî bû.

140 lêkolîner ji 27 welatan li Hewlêra paytext civiyan da ku lêkolînên xwe yên zanistî pêşkêş bikin.

Ji Bakurê Kurdistanê jî bi taybetî ji beşên zimanê Kurdî yên zanîngehan jî çend mêhvanên konferansê hebûn.

Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeya Artuklu ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul yek ji mêhvanên konferansê bû û di hevpeyvîneke li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de pirsên rojnameger Ferdî Sak ên li ser rewşa zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê, metirsiya li ser ziman, rewşa perwerdeyê û gavên ku ji Kurdî re bên avêtin bersivandin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul re:

Rûdaw: Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê di çi astê de ye û çi metirsî li ser zimanê Kurdî hene?

Mîkaîl Bulbul: Spasiya we dikim, Kurdî di nav xelkê de bi taybetî li bajaran, piştî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sed salî û bi îstiqrar, pir kêm bûye. Rêjeya axaftina wê li bajaran kêm bûye. Em dizanin ji bo zimanekî tiştê herî girîng rêjeya axaftinê ye. Transfera ziman, gelo ew ziman transferî zarokan dibe yan nabe, vê yekê derbexwarî ji ber ku Kurdî bi awayekî resmî, bi awayekî statu û temsîla wê pir sînordar e. Hinek beşên Kurdî hene, erê TRT heye, ez bêjim, yanî, hinek weşanên Kurdî hene lê Kurdî heta ku nebe zimanê mekteban, zimanê dibistanan, zimanê perwerdeyê û bi awayekî qanûnî neyê teşwîqkirin, statuyeke Kurdî û ya Kurdan bi hev re çênebe, bi tena serê xwe nikare li hemberî Tirkî û asîmîlasyonê raweste.

Rûdaw: Statuyeke çawa, we behsa statuyekê kir mamoste, statuyeke çawa ji bo Kurdî pêwîst e li Tirkiyeyê?

Mîkaîl Bulbul: Statuyeke zimanî jî têkildarî statuya Kurdan e. Heta Kurd, bi kêmanî federalîzmeke zimanî bi dest nexin wekî statu, ji bo parastina zimanê xwe yan jî nebe zimanê mekteban, ev jî aliyên wê yên polîtîk û siyasî hene helbet. Haya me ji vê yekê heye. Têkoşîna Kurdan heye, bi rastî li Bakur, demek dirêj e çend qonax guhertibin jî, Kurdan têkoşînek heye li dijî asîmîlasyonê û dezgeh ava kirine lê em lê dinêrin, yanî piştî van bîst salên dawî bi taybetî panzdeh, bîst salên dawî, dema înternetê de bi çaxa telekomînîkasyonê û belavbûna teknolojî û ragihandinê re em dibînin tesîra Tirkî wekî zimanekî serdest gelek bûye û ev yek Kurdî gelekî sînordar dike. Bikaranîna wê bi taybetî di nav zarokan de , di nav zarokên Kurdan de, di zarokên diçin dibistanê de axaftina Kurdî gelekî minîmîze dike hindik dike. Ev jî xetereke cidî ji bo Kurdî. Wate statuyek qanûnî çênebû ji bo Kurdan û Kurdî, yanî dawiya dwwî dawî statûyeke Kurdî çêbe ev yek dibe statûyeke Kurdan jî, eger statûyeke Kurdan  jî çêbû ev yek jî dibe statûyeke Kurdî jî. Lê bi taybetî Kurdên bakur yanî ji bo federalîzmeke zimanî qet nebe pêwîst e têkoşîneke radîkal bidin. Ji ber ku eger wisa dewam dike dibe bîst sî salên din Kurdî êdî dê tenê ji aliyê kesên emrê wan mezin vê bê axaftin. Yanî êdî wisa dewam bikin dibe sî salên din, bîst salên din, Kurdî nemîne bi wî awayî.

Rûdaw: Te behsa têkoşînekê kir, divê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê xwe têkoşînekê bikin. Gelo bi dîtina te, sazî û aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bi têra xwe wê têkoşînê didin, bi taybetî ez bêjim polîtîkayên DEM Partiyê ji ber ku wekî aktorekî sereke ya nûnera siyaseta Bakurê Kurdistanê derdikeve pêş, bi nêrîna xebatên wan ên li ser ziman çawan in, hûn vê yekê çawa dinirxîn?

Mîkaîl Bulbul: Yanî bi awayekî qismî desteka wan jî heye. Dezgehên Kurdan vedibin. Ez bêjim, bi rastî kêm zêde dawiya dawî ew partî ne û yanî xebatên dibin jî dîsa bi rêya wan dibin. Lê dîsan em nikarin bêjin ev têrê dike. Em nikarin bêjin baş e. Ew hişmendiya ku Kurdî wekî bingeha netewesaziya Kurdan bibînin, di nav wan de gelekî lawaz e. Ez bixwe ji wan jî re dibêjim, li rûyê wan jî dibêjim. Hişmendiyeke Kurdî û neteweyî di mesaleya ziman de lazim e. Ji ber çi, ji ber ku zimannas David Crystal dibêje ji bo prestîja ziman sê cure aktor hene. Aktorên siyasî, aktorên aborî û aktorên civakî. Eger ew Kurdî bi kar bînin, prestîja ziman zêde dibe, xelk bêhtir tewecuhî Kurdî dike û berê Kurdan bêhtir dikeve Kurdî lê mesele aktorên siyasî dema ku bi Tirkî biaxivin û têkoşînê ji bo Kurdî nekin, aktorên îktisadî yên bazirganî, odeyên bazirganî û her wiha tiştên wiha. Dîsa aktorên sosyal heta yên dînî jî. Eger di jiyana rojana de, di platforman de, di televîzyonan de, di perwerdeyan de, eger Kurdî bi kar neynin ji bo Kurdî prestîj çênabe. Xelkê ji rêzê dibe ku ew hişmendiyeke wan a xurt nebe di mesalrya zimên de lê kesên aktor bin aktorên siyasî bin bi taybetî, her wiha îqtîsadî û sosyal jî, eger ew li vê meseleyê de biterpilin û hişmendiya wan lawaz be, rengvedana wê deh qat zêdetir di nav milet de çêdibe.

Rûdaw: Mamoste ez behsa perwerdeyê bikim. Niha li çend zanîngehên Bakurê Kurdistanê, ez bawer im li çar yan pênc zanîngehan di asta lîsansê de mamosteyên Kurdî pêdigihin, li ber destî we jî mamosteyên Kurdî aniha li Zanîngeha Mêrdînê salane çend mamoste pêdigihin, yanî ev mamoste bi têrî zimanê Kurdî dikin ji bo perwerdekirina zarokên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê?

Mîkaîl Bulbul: Problem çi yê, problem beşên Kurdî hene, li pênc heta şeş zanîneghan hene, ji beşên lîsansê û masterê heta doktora jî li sê zanîngehan heye. Mesele ew e ku bi awayekî sîstematîk pêşî li Kurdî tê birîn. Erê bi awayekî wekî mafekê ye û ez bêjim di mekteban di hilbijartina dersan du saet heye, lê mamoste nayên tayîn kirin. Vaye pazdeh hezar mamoste hatin diyarkirinji bo damezrandina panzde hezar mamosteyan biryar hat dayîn, lê şeş heb tenê ji bo Kurdî ji bo Zazakî û Kurmancî ne. Ev têr nake helbet yanî xwendekarên beşa Kurdî mezûn dibin lê nikarin kar bibînin. Dewlet, heta ku di mesala polîtîkaya Kurdan de nerm nebe û polîtîqeya neguhere, berê xwe neguhere , yanî polîtîkaya hukumetê û dewletê normalîze nebe , ev hertim dê wisa berdewam bike, ji ber ku ev çend sal in ji 2015an û vir ve carê sê heb, du heb, çar heb mamoste tayîn dikin, sala çûyî berî hilbijartinê pêncî heb mamoste tayîn kirin, lê em lê dinerin di polîtîkaya wan de heta niha ti amajeyên guhertinê xuya nakin.

Rûdaw: Mamoste dema em li rewşa Kurdî dinêrin yek ji daxwazên sereke yên Kurdan ew e ku dibêjin bila êdî Kurd jî perwerdeya bi zimanê dayikê werbigirin bila mafê perwerdeya zimanê dayikê bo Kurdî jî bê dayîn, piraniya aliyên siyasî yên Kurd dema gotûbêjan dikin, li ser vê yekê jî radiwestin, bi dîtina we niha Bakurê Kurdistanê ji bo qonaxa perwerdeya bi zimanê dayikê ya bi Kurdî amadeye, bingehek ji bo vê yekê heye yan na?

Mîkaîl Bulbul: Bi min bingeheke xurt heye, yanî hem mezûnên zanîngehan hene dibe ku du hezar, sê hezar mamoste ji zanîngehan mezûn bûne. Zanîngeha Mêrdînê tenê derdora hezar û 500 mezûnên wê hene, yên mastira bêtez, yanî mamosteyên Kurdî. Lê ji bilî wê ji salên 90an vir ve Kurd têkoşînekê dikin û gelek dezgehên wekî NÇM, MKM û ez bêjim KURDÎ-DER û MED-DER û Weqfa Mezopotamya tiştên wisa Kurdan vekirine û gelek kurs dane. Di demek nêzîk de eger îmkan bê dayîn, potensiyala Kurdan heye mufredatekê jî ji xwe re amade bikin ji bo perwerdeyê û di çend salan de hemû ji dibistana seretayî heta zanîngehê di çend salan de hemû materyalan amade bikin. Ez dibînim ew potansiyal di Kurdên Bakur de heye.

Rûdaw: Ez vê bipirsim, mesela wekî mînak em bêjin em zarokekî fêrî matematîkê yan jî biyolojiyê, fîzîkê, kîmyayê yan jî dersek din bikin ji bilî mamosteyên Kurdî, ji ber ku beşên fîzîk û kîmyayê li Bakurê Kurdistanê li zanîngehan bi Kurdî nînin ku mamosteyên di wan waran de pê bigihin û van dersan fêrî zarokên Kurd bikin, mebesta min jî ev e, gelo heger meselen sibê perwerdeya zimanê Kurdî hate qebûlkirin li Tirkiyeyê, ev ders dê çawa bên dayîn? Ji bo vê yekê materyal li ber dest hene?

Mîkaîl Bulbul: Di vê meseleyê de avantaj û dezavantaj jî hene. Avantaj mesela tecrûbeya Başûrê Kurdistanê heye ev demek dirêj e. Van deh salên dawî tecrûbeya Rojava heye. Avantajeke din jî dîsa bi mamosteyên ku li Diyarbekir û Mêrdîn û Hekkarî û li Kurdistanê dixebitin ji sedî 90ê wan Kurd in, yên ku matematîkê jî didin, yên ku biyolojiyê jî didin, yên ku tarîxê didin, erê bi Tirkî didin, lê hemû Kurdin û Kurdî jî kêm zêde dizanin. Kurdiya wan heye yanî, potansiyelek heye û ez vê potansiyelê dibînim. Matematîkê jî kîmyayê jî, fizîkê jî diçend salan de dikarin fêr bikin eger di sê salan de organîzasyonêk baş çêbibe. Ez bi xwe di lîjneya wezaretê ya amadekirina kitêban de xebitîm şeş-heft salan, yanî potansiyela Kurdan heye û qadek dînamîk e û ez bawer im dikarin di çalên destpêkê de bi ser bikevin.

Rûdaw: Ez dawî pirsa xwe jî derbarê vê pêvajoya ku niha li Tirkiyeyê dimeşe bikim ku jê re dibêjin pêvajoya aştiyê, berê dema behsa pêvajoya çareseriya pirsa Kurd dihat kirin, an jî behsa pêvajoyekê dihat kirin destpêkê, gav dihatin avêtin, wekî nimûne li zanîngeha beşên Kurdî hatin vekirin, TRT hate vekirin, wekî amadekariyek ji bo pêvajoyê, lê niha behsa pêvajoyekî tê kirin, lê hukumet tu gavên wê yên  derbarê Kurdî de nînin, herî dawî me dît ku ji 15 hezar mamosteyan cenabê te jî got tenê şeş ji bo Kurdî hatin damezrandin. Gelo di vî warî de daxwaz kêm in yan jî hukumet dibêje temam e êdî me her tişt di warê ziman de dane Kurdan ji ber wê ne hewce ye em li ser biaxivin?

Mîkaîl Bulbul: Na mesele çi ye, mesele di vê meseleyê de yanî gav, ne mesela ziman tenê wekî din jî rengvedana prosesa aştiyê li tu warî zêde xuya nake, yanî di bakur de em pênahesin ku gavêke pozîtîf û erênî çêbûye. Rengvedana xwe, meselen eger bi rastî jî hkûmet ciddî be û bixwaze gavan bavêje û lihevkirinek di navbera wan û Kurdan de çêbibe, lazim e gavên praktîkî bên avêtin, lê di tu warî de gav nîn in û hîn ji mirov tên girtin ne wisa? Yanî zimanek tê bikaranîn ne zimanekî aştiyê ye bi rastî. Ez bixwe ne pisporê siyasetê me ew çêtir, dizanin, ew çêtir dê analîzê bikin lê ti amajeyeke di qadê de xuya nake ku dewlet di vî warî de cidî ye û dixwaze hin gavên misbet biavêje.

Rûdaw: Gelekî spas mamoste, mala te ava.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst