Li Efrînê jiyan vedigere: Gundiyan li goristanê dar çandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Efrîn Meydana Goristan Çandina Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Meydanayê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, gundiyan li goristana hevbeş dest bi çandina daran kir.

Piştî ku hinek Erebên hawirde ji herêmê derketin û hinek ji koçberan vegeriyan, xelkê herêmê hewl dide xwezaya gundên xwe nû bike.

Li heft gundên herêma Meydanayê goristaneke hevbeş heye ku di nava salên borî de darên wê hatibûn birîn.

Piştî derketina gelek ji Erebên hawirde ji herêma Efrînê û vegera hinek ji koçberên Efrînî, xelkê dest bi çandina daran kiriye.

Zêdetirî 300 dar hatin çandin

Gundiyên Meydanayê berê zêdetirî 100 darî li nav vê goristana hevbeş çandibûn û vê carê jî zêdetirî 300 darên din lê zêde kirin.

Dîmenên wê xebata gundiyan bi taybetî ji Rûdawê re hatin şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst