Hinek DAIŞî li gel çek û teqemeniyan hatin desteserkirin

01-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Operasyona Ewlehî û Miroviyê YPJ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Holê ya rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ji aliyê Hêzên Eewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dijî şaneyên DAIŞê didome.

Şaneyeke DAIŞê li gel hinek çek û teqemenî hatin desteserkirin. Endamên vê şaneyê li xwe mukur hatin.

Koçberê parêzgeha Enbara Îraqê Wadî Mixlif Hemmad got:

“Ez sala 2005ê ji dayîk bûme. Ez li gel malabata xwe ji Hedîseya Enbarê bi rêya Siefeyê  sala 2017an derbasî Sûriyeyê bûm.

Piştre em çûn Kampa Holê. Min di 2020an de Umer Lihêbî nas kir, bi rêya wî ez derbasî nav şaneyên DAIŞê bûm.

Min û çend endamên din li nav kampê jinek bi navê Sedeayê bi tohmeta laşfiroşiyê kuşt. Piştre demjimêr 11 û nîvê şevê her kesekî 50 dolar ji Umer wergirt.”

Koçberê Minbicê Elî Mişel Yûsif jî got:

“Ez ji gundewarê Minbicê me û jidayikbûyê 2007an im. Dema DAIŞ derbasî gundê me bû, bavê min tevlî wan bû.

Di dorpêçkirina Minbicê de hat kuştin, piştre ez tevlî Eşbal el-Xîlafe bûm. Ebû Umer el-Şamî berpirsê me bû.

Li Kampa Holê ez tevlî şaneya Umer Lihêbyê ya Îraqî bûm. Min li gel wan çar kiriyar bicih kirin, min di navbera 150 heta 200 dolarî wergirtin.”

Koçberê Babê Ehemd Mihemed Mehmûd Salih el-Şiblî jî wiha li xwe mikur hat:

“Ez xelkê Babê me û jidayibûyê 2007an im. Em li Hecînê niştecîh bûn, ez di sala 2018an de tevlî Eşbal el-Xîlafe bûm.Ez şeş mehan li gel wan mam.

Berpirsê kursa fêrkirina me Ebû Umer el-Urdunî bû. Ji wir em çûn Babê, piştî şer di sala 2019an de em çûn Kampa Holê.

Li nav kampê karê min çavdêrîkirina hêzên asayîşê û veguhastina çekan bû.”

Operasyona Ewlehî û Miorviyê di qonaxa xwe ya sêyemîn de roja 27ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê kir.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn, wan heta niha 34 endamên şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket