Li Hesekê 38 kes hatin girtin

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hesekê 38 kes girtin ku guman hene endamên DAIŞê ne.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 38 kes bi gumana endamtiya DAIŞê desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn îro li taxên bajarê Hesekê operasyoneke berfireh hat kirin.

HSDyê hewiha di operasyonê de, dest bi ser çek û cebilxaneyên bi wan 38 gumanbaran re de jî girt.

Ji aliyê din ve, HSDyê li gundewarê Dêrezorê jî di operasyonekê de berpirsekî DAIŞê desteser kir.

Lê derbarê nav û nasnameya wî de ti zanyarî nehat belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst