Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar a Şîe ragihand ku wan bi dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê kiriye.
Koma bi navê "Seraya Ewliya Dem"ê ku xwe wekî beşeke "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" dide nasîn daxuyaniyek belav kir.
Komê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan îro (1ê Adara 2026an) bi rêya dronan êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li bajarê Hewlêrê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş "li hemberî Amerîka û Îsraîlê wekî piştevaniyekê ji bo Komara Îslamî ya Îranê " hatiye kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev gav ji bo "parastina serweriya Îraqê" hatiye avêtin.
Heta niha aliyên fermî yên Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) li ser mijarê ti daxuyanî nedane.
Derbarê ziyanên canî yan madî yên êrişê û rastiya îdiayên komê hîn ti agahiyên fermî nehatine belavkirin.
Heman komê doh jî piştî destpêkirina êrişên hevbeş ên Îran û Îsraîlê daxuyaniyek dabû.
Komê îdia kiribû, "Mucahîdên me bi rêya sê dronan operasyoneke taybet pêk anîn û Baregeha Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Hewlêrê kir armanc."
Seraya Ewliya Dem, yek ji wan komên çekdar e ku piştî kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis a sala 2020î derketibû holê.
Qasim Suleymanî Fermandarê berê yê Lîwaya Qudsê ya Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis jî Alîkarê berê yê Serokê Desteya Heşdî Şebiyê bû.
Ev ne cara yekem e ku ev kom êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Komê 15ê Sibata 2021ê jî berpirsyariya êrişeke mûşekî ya li ser Hewlêrê xistibû stûyê xwe.
Di wê êrişê de sivîlek hatibû kuştin û leşkerekî Amerîkayê û çend kesên din jî birîndar bûbûn.
Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê pişt re îfadeyên encamderê wê êrişê belav kiribûn.
#VÎDEO - Ji nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dûmaneke reş bilind dibe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 1, 2026
🛑 Dengê teqînekê hatiye bihîstin #Hewlêr #Israel #Iran #Tahran #Trump #طهران #تل_أبيب #Khamenei #خامنئي pic.twitter.com/SvMS7fzKlD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse