ROJHILATÊ KURDISTANÊ - Baregehên Îranê bûn hedefa Amerîka û Îsraîlê

2 demjimêr berê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Baregehên Îranê Îsraîl Amerîka Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baregehên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî dibin hedefa Amerîka û Îsraîlê.

Amerîka û Îsraîlê di roja duyem a êrişên li ser Îranê de (1ê Adara 2026an) serê sibehê û êvarî bi balafir, mûşek û dronan êrişeke giran bir ser bi dehan baregeh û navendên leşkerî û ewlehiyê yên hêzên Komara Îslamî ya Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê.

Li Rojhilatê Kurdistanê êrişên li ser baregeh û navendên leşkerî yên Îranê roja duyemîn jî domîn.

Di van êrişan de zêdetir baregehên Supaya Pasdaran û hêzên parêzvanên sînor bûn armanc.

Li Urmiyeyê 3 efser û leşkerek hatin kuştin

1ê Adara 2026an beriya nîvro û nîvro, li derdora bajarê Urmiyeyê leşkergehên Supaya Pasdaran ên bi navên "Elmehdî" û "Malikê Eşter" bûn armanc.

Her wiha li navenda Urmiyeyê jî baregeha fermandariya polîsan û hêzên parêzvanên sînor ên parêzgehê hatin armanckirin.

Fermandariya Polîsan a Parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku di êrişê de 3 efserên payebilind û leşkerek hatine kuştin.

Li nêzîkî bajarê Kirmaşanê jî Biryargeha “Necefê Eşref”ê ya Supaya Pasdaran hat bombebarankirin.

Ev biryargeh tevger û çalakiyên Supaya Pasdaran ên li parêzgeha Kirmaşanê bi rê ve dibe.

Li Îlamê baregeh wêran bû: 22 kuştî

Li bajarê Mêranê yê parêzgeha Îlamê baregeha fermandariya hêzên parêzvanên sînor hat armanckirin.

Fermandarê Hêzên Pasewanên Sînor ên Îranê yê li parêzgeha Îlamê Elî Niderxanî da zanîn ku di encama êrişê de 22 kes ji hêzên wan hatine kuştin û 21 kes jî birîndar bûne.

Elî Niderxanî destnîşan kir ku ziyaneke mezin gihiştiye baregehê û baregeh bi temamî xopan bûye.

Li ser medyaya civakî hat belavkirin ku beşek ji xelkê Mêranê bajar vala kiriye.

Lê Qaymeqamê Mêranê şeva yekşemê ji medyayê re daxuyand ku ev nûçe ne rast e û rewşa bajêr asayî ye.

Li Sineyê jî êriş hebûn

Her wiha medyaya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku li bajarê Dîwandereyê yê parêzgeha Sineyê leşkergeheke Supaya Pasdaran û çend xaniyên ku fermandarên supayê li wan dijîn bûne armanc.

Heta niha ev êriş bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin û ziyanên wê nehatine eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst