Fly Erbil: Em ji bo kesên ku asê mane geştan organîze dikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fly Erbil Geşt Şirnex Almanya Asêmayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Fly Erbilê ragihand, her kesê ku ji welatên Ewropayê dixwaze vegere Kurdistanê yan ji Kurdistanê biçe wan welatan û ji ber girtina asmanan nikare, ew ji wan re geştan organîze dikin û ji sibe ve dikarin geştên xwe bikin.

Birêvebirê Rêpêdayî yê Şirketa Fly Erbilê Lawend Memundî îro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Lawend Memundî got, "Geşt dê ji Almanyayê ber bi Şirnexê ve bin ku ew jî nêzîkî nîv saetê ji Herêma Kurdistanê dûr e."

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, ji 28ê Sibatê ve asmanê welatên herêmê û di nav de Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo çûn û hatina balafiran hatiye girtin.

"Me rezamendiya Tirkiyeyê wergirt"

Lawend Memundî diyar kir, "Em tenê şirketa herêmê ne ku me kariye rezamendiya Tirkiyeyê wergirin da ku em geştan ji bo wan kesan organîze bikin ku dixwazin ji Ewropayê vegerin yan ji Kurdistanê biçin Ewropayê û ji ber girtina rêya asmanî rêya wan nîne."

Dem û cihên geştan

Li gorî plana Şirketa Fly Erbilê, 02yê Adarê saet 09:00ê sibehê ji bajarê Stuttgartê yê Almanyayê geşta wan ji bo Şirnexê heye û dema gihîştinê saet 15:30yê piştî nîvro ye.

Her sibe saet 16:30yî geşta Fly Erbilê ji Şirnexê ber bi Dusseldorfa Almanyayê ve heye û dema gihîştinê saet 19:30ê êvarê ye.

Geşteke din a Fly Erbilê 3yê Adarê ye û saet 09:00ê sibehê balafira wan ji Dusseldorfê difire û saet 15:30î digihêje Şirnexê.

Her wiha geşta berovajî saet 16:30î ji Şirnexê ber bi Dusseldorfê ve dibe û dema gihîştinê 19:30ê êvarê ye.

Her kesê bixwaze ji îro ve dikare bilêtên geştên Fly Erbilê bi rêya şirketê bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst