Hewlêr (Rûdaw) - Li gel aloziya ku li Rojhilata Navîn zêde dibe, Hewlêr careke din bû hedef.
Îro nîvro li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê du dron ji aliyê pergalên parastina asmanî ve hatin îmhakirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên ku ji Rûdawê re axivîne, îro derdora saet 13:30an du dron li nêzîkî qada asmanî ya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatin dîtin.
Her du dron jî bi rêya pergalên parastina asmanî yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li balafirgehê hatin xistin.
Herîr jî du caran bû hedef
Tevgera li Hewlêrê tenê bi derdora balafirgehê sînordar nema.
Navçeya Herîrê ya Hewlêrê jî di nava rojê de du caran bû hedefa êrişên dronan.
Qeymeqamê Herîrê Şirvan Celal li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Êrişa yekem serê sibehê saet 04:43yan û êrişa duyem jî saet 08:15an pêk hat.
Li gorî zanyariyên me, êriş bi dronan hatine kirin."
Ev tevgera zêde ya li Hewlêr û derdora wê wekî bertekek li hemberî operasyona asmanî ya hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya ku doh li dijî Îranê dabûn destpêkirin, tê nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse