DEM Partiyê li êrişên li Îranê daxuyanî da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partî li ser êrişên dawî yên li dijî Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên hêzên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser navendên stratejîk û fermandariyan ên li Îranê ji nêz ve tên şopandin.

DEM Partiyê her wiha bal kişand ser bandorên herêmî yên van êrişan.

DEM Partiyê ragihand ku hêzên cîhanî û herêmî li Îranê nêzîkatiyeke ku demokrasî û azadiyê datîne pêş nîşan nadin.

Di daxuyaniyê de Hat gotin, "Wekî mînakên din ên dîrokê, eşkere ye ku ew li pey avakirina pergaleke nû ne da ku Îran êdî ji bo wan nebe metirsî."

"Êriş xizmeta jiyana azad nakin"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên asmanî yên ku didomin, li gel daxwazên azadiyê yên pêkhateyên cuda yên li Îranê naguncin.

DEM Partiyê bal kişand ser daxwaza jiyaneke nû û azad a Kurd, Belûc, Xirîstiyan, Azerî û Farisên li Îranê.

Hat daxuyandin ku rewşa heyî xizmeta van daxwazan nake û mînakên vê yekê bi çavan tên dîtin.

"Li Îranê rêya sêyem pêkan e"

DEM Partiyê anî zimên ku "rêya sêyem" li Îranê jî pêkan e û ev nêzîkatiyeke herî exlaqî ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew bawer dikin ku hemû pêkhateyên li Îranê dikarin bi sûdwergirtina ji ezmûnên xwe yên dîrokî û jiyana bihevre, modelekê ava bikin da ku xwe bi xwe bi rê ve bibin.

DEM Partiyê tekez kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên gelên Îranê yên ji bo aştî û demokrasiya civakî.

"Me kesên hatine qetilkirin ji bîr nekirine"

Di daxuyaniyê de rexne li rejîma heyî ya Îranê jî hatin girtin.

Hat destnîşankirin ku Jîna Emînî, Mucahîd Kurkur, Dr. Qasimlo, Ramîn Husên Penahî û bi dehan hezar Îraniyên ji nasnameyên cuda ji aliyê "Rejîma Meleyan" ve hatine qetilkirin û ev yek nehatiye jibîrkirin û ti carî jî nabe jibîrkirin.

Lê DEM Partiyê diyar kir ku ew dê parastina wê yekê bikin ku guherîna rejîma li Îranê ne bi destwerdanên derve, bi îradeya hevpar a gelan pêkan e.

"Bila êriş rawestin û vegerin diyalogê"

Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê bangî hemû aliyan kir û xwest ku daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Îranê li ber çavan werin girtin.

DEM Partiyê bang kir ku êriş bên rawestandin û alî vegerin ser zemîna diyalog û dan û standinan.

Daxuyaniya Desteya Birêvebiriya Navendî ya DEM Partiyê ya 1ê Adara 2026an, di demekê de ye ku aloziya li herêmê zêde bûye.

Ev daxuyanî ji bo aliyan banga aramî û çareseriya siyasî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst