Êrişî baregeha Pêşmergeyan hat kirin

1 demjimêr berê
Nîşan Pêşmerge Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişî baregeheke wan hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, îro êvarî bi droneke bombebarkirî êrişî baregeha Firqeya 11an a Hêzên Pêşmergeyan hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku ew baregeha Pêşmergeyan li nêzîkî Dêgeleyê ye.

"Kiryareke têkderane ye"

Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniya xwe de ew êriş wekî "kiryareke têkderane" pênase kir.

Wezaretê destnîşan kir ku ev êriş hewldanek e ji bo alozkirina rewşa herêmê û derxistina tevlîheviyê.

Bangî Sûdanî kirin

Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyê de bangî Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Wezaretê ji Sûdanî xwest ku sînorekî ji van "destdirêjî û kiryarên neyasayî" re deyne.

Wezaretê her wiha xwest ku berpirsyarên vê êrişê werin dîtin û rûbirûyî darizandinê werin kirin.

"Dê bê bersiv nemîne"

Wezareta Pêşmergeyan li hemberî êrişê hişyariyeke tund da.

Wezaretê got, "Berdewambûna van kiryarên terorîstî dê bê bersiv nemîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst