کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Ji Kanada, Rûsya û Amerîkayê ji bo Cejna Ekîtoyê hatin Dihokê

Heyder Doskî

Heyder Doskî

01-04-2025
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Heyder Doskî
Heyder Doskî01-04-2025

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Dihok (Rûdaw) - Li Dihokê Cejna Ekîtoyê hat pîrozkirin û bi hezaran kes ji welatên wekî Amerîka, Kanada, Rûsya, Ermenîstan, Sûriye, Libnan û welatên Ewropî beşdar bûn.

Îro Cejna Ekîtoyê ango sersala nû ya Babilî ye. Gelên Aşûr, Kildan û Suryan her sal 1ê Nîsanê, Cejna Ekîtoyê wekî serê sala nû pîroz dikin.

Li Dihokê jî ev cejn ango sersala 6775an hat pîrozkirin.

Wekî nerît di vê rojê de bi cil û bergên neteweyî meş tê lidarxistin û bi festîval û çalakiyên cûrbecûr cejn tê pîrozkirin.

Li ber dengê dehol û zirnayê Aşûr, Kildan û Suryanan govend gerand.

Gelek kes bi cil û bergên neteweya xwe tevlî Cejna Ekîtoyû bûn.

“Em demeke gelekî xweş derbas dikin”

Şêniya Californiayê Onita Nursaya ku li gel xwişka xwe hatiye Dihokê got:

“Silav, ez ji Californiayê me. Ev cara ewil e ez têm vê derê. Em ji bo cejnê hatine.

Em demeke gelekî xweş derbas dikin. Sersala Aşûriyan li hemûyan pîroz be. Gelek spas ji bo we."

Zêdeyî 8 heza kesan beşdar bûn

Ji bo vê sersalê zêdetirî 8 hezar kes beşdar in, 3 hezar û 500 ji wan ji derveyî Herêma Kurdistanê ji seranserê cîhanê ji welatên Amerîka, Kanada, Rûsya, Ermenîstan, Sûriye, Libnan û welatên Ewropî hatine.

“Ev xewn e ji bo min”

Xelkê Beyrûtê Nînos Şilîmon jî got:

"Ev duyem car e ez têm. Ev xewn e ji bo min. Îsal gelek bêtir xelk ji sala borî hatiye.

Em hêvî dikin berdewam ahengên bi helkefta neteweyî bigêrin. Temenê wê 6 hezar sal e, nabe em ji dest bidin."

Cil û bergên bi reng zilam û jinan wekî nerît li ber xwe kirin û meşiyan.

“Hesteke gelek xweş e ez vegeriyam mala xwe”

Xelka Kanadayê Kludya Gerogeyê jî got, "Hesteke gelek xweş e ez vegeriyam mala xwe.

Ev mala min e, 15 sal e ez nehatime. Bi rastî gelek xweş e, min jê hez kir."

Ev cejn salane 1ê Nîsanê tê pîrozkirin û 12 rojan berdewam dike û di van rojan de çalakiyên curbicur tên lidarxistin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên