HEWLÊR - Dibêjin 'baregehên terorîstan' lê malên sivîlan wêran dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Malên sivîlan wêran dibin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Malên sivîlan wêran dibin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Îran Dron Malên Sivîlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona Seda û Sîmayê ya Îranê îdia dike ku "li Hewlêrê baregehên terorîstan" hatine armanckirin lê dron li malên sivîlan dikevin.

Şevê din jî mala mamosteyekî Ereb e ku li Hewlêrê niştecih e bû hedefa dronan.

Mamoste Faris 13 sal in ji ber tirsa DAIŞê û komên çekdar ji Rûmadiyê koçberî Hewlêrê bûye.

Lê ew û malbata xwe li vir jî bûn qurbaniyên êrişên komên çekdar.

"Hûn pir baş dizanin ku…"

Xwediyê malê Faris Sitar bertek nîşanî êrişê da û got:

"Ez ji ber van cure rewşan hatime vê derê, ez hatime da ku li vir bi aramî bijîm. Niha hûn hatine û bi dronên xwe vê derê dikin armanc.

Hûn pir baş dizanin ku tiştê hûn dikin nabe sedema ziyana wan kesên hûn dikin armanc lê belê tenê welatiyên Îraqê diêşînin."

"Heger hûn dibêjin hûn Misilman in…”

Wî diyar kir ku ziyanmendên sereke dîsa Îraqî ne û wiha berdewam kir:

"Heger hûn dibêjin hûn Misilman in û eniya berxwedanê ne, çima hûn tên û xelkê xwe dikujin? Ez bi her awayî van kiryarên we şermezar dikim."

Komên li derveyî qanûnan ên Îraqê di her êrişa li ser Hewlêr û Herêma Kurdistanê de qala "dirûşma Alahu Ekber û ziyangihandina Amerîkayê" dikin lê tiştê ku dişewite û wêran dibe mal, hal û aramiya gelê sivîl e.

"Gelo me Kurdan çi guneh kiriye?"

Muzefer Îsmaîlê ku ew jî xwediyê malekê ye, dilgiraniya xwe bi van gotinan anî zimên:

"Gelo me çi tawan kiriye? Gelo me Kurdan çi kiriye ku ew wisa li me dikin? Ez nizanim Heşdî Şebî çima dev ji me bernade û bi berdewamî bi dronan êrişî me dike."

Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer ve heta niha nêzîkî 531 dron û mûşekan arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst