Parêzgarê Hewlêrê: Bi dronan êrişî depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Êriş Depoya Rûn Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi dronan êrişî depoyeke rûnê otomobîlan hat kirin û şewateke mezin heye

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê êrişî daxuyanî da û da zanîn ku di encama van êrişan de agirekî mezin derketiye.

Ji ber zêdebûna agir, tîmên agirvemirandinê neçar man ku ji cihê rûdawê vekişin.

"3 dron li depoyê ketin"

Umêd Xoşnaw li ser êrişan got, "Êrişa yekem demjimêr 07:30yî sibehê pêk hat.

Tîmên Parastina Sivîlan ji bo kontrolkirina rewşê çûn cihê bûyerê."

Umêd Xoşnaw diyar kir ku dema tîm dixebitîn, demjimêr 08:40î jî drona duyem li heman cihî xist.

Bi gotina Umêd Xoşnaw zincîreya êrişan nesekinî û demjimêr 10:20î drona sêyem jî li depoyê da.

Parêzgarê Hewlêrê her wiha got,  "Bi giştî 3 dron li depoyê ketin. Droneke din jî berî ku bigihêje armanca xwe, li asmanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat teqandin."

"Ti tişt nemane ku neşewitî bin"

Umêd Xoşnaw li ser vekişîna tîmên hawarçûnê jî daxuyanî da û got:

 "Ji bo parastina canê karmendên hêzên ewlehiyê û tîmên Parastina Sivîlan, me xwest ew ji cihê rûdawê dûr bikevin.

Ji ber ku cih 3 caran hat bombebarankirin û agir gelekî mezin bû.

Di hundirê depoyê de ti tişt nemane ku nesewitî bin."

Hişyarî ji bo welatiyan

Umêd Xoşnaw eşkere kir ku metirsiya êrişan didome û da zanîn ku di nav depoyê de ti kel û pel nehatine xilaskirin û tîm niha li bendê ne ku agir bi xwe vemire.

Parêzgarê Hewlêrê di heman demê de bangî wan welatiyan kir ku li cihê rûdawê kom bûne û xwest ew ji bo silametiya xwe demildest ji wê deverê dûr bikevin.

549 dron û mûşek

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibata 2026an dest pê kir.

Her ji roja yekem a şer ve, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, heta niha bi 549 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Piranîya van êrişan li ser Hewlêrê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst