Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "serokkomarê nû yê rejîma Îranê" daxwaza agirbestê ji wî kiriye.
Trump gef xwar û got, heta ku Tengava Hurmizê bi temamî ji trafîkê re neyê vekirin dê êriş bidomin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe de li ser rûdanên şerê bi Îranê re zanyariyên girîng parve kirin.
Wî di destpêka peyama xwe de ji bo “serokê nû yê Îranê” îfadeyên erênî bi kar anîn û eşkere kir ku ji Tehranê daxwaza agirbestê hatiye.
"Ji yên beriya xwe gelekî zîrektir e"
Trump “Serokkomarê nû yê Îranê” bi yên beriya wî re da ber hev û got:
"Serokkomarê nû yê rejîma Îranê, li gorî yên beriya xwe gelekî kêmtir radîkal bûye û gelekî zîrektir e.
Wî nû ji Amerîkayê daxwaza agirtbestê kir!"
Trump ji bo nirxandina daxwaza agirbestê, rakirina dorpêça li ser Tengava Hurmizê wekî şert danî.
Serokê Amerîkayê peyama wê yekê da ku dê operasyonên leşkerî ranewestin û got:
"Dema ku Tengava Hurmizê vekirî, serbest û ewle be em dê vê daxwazê binirxînin.
Heta wê demê em dê Îranê ji ser nexşeyê bibin an jî wekî ku ew dibêjin em dê wan vegerînin 'Serdema Kevirî'!"
Peyama Trump bi giştî wiha ye:
"Serokkomarê nû yê rejîma Îranê ku ew ji yên beriya xwe gelekî kêmtir radîkal bûye û gelekî zîrektir e, ji Amerîkayê daxwaza AGIRBESTÊ kir!
Dema Tengava Hurmizê vekirî, serbest û ewle be em dê vê yekê binirxînin.
Heta wê demê, em dê bombebarankirina Îranê bidomînin heta ku tune bibe yan jî wekî ku ew dibêjin heta ku vegere Serdema Kevirî!!!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse