Hewlêr (Rûdaw) - Derengiya şeva borî li navçeya Xelîfanê ya parêzgeha Hewlêrê bi du dronan êrişî kargeheke hilberîna xelûzê hat kirin.
Xwediyê kargehê diyar kir ku kargeha wan bi temamî bi ser hev de rûxiyaye û zerereke mezin a madî gihîştiye wan.
Êriş li gundê Rimawêjê yê li Geliyê Melekanê ya navçeya Xelîfanê pêk hat ku ev dever ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve ye.
Xwediyê kargehê Burhan Bileyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku derengiya şeva borî kargeha wan bi du dronan hatiye armancgirtin û bi temamî wêran bûye.
Burhan Bileyî li ser qebareya zererên madî wiha got:
“Hemû kargeha me bi ser hev de herifiye û zerera me zêdetirî 60 hezar dolarî tê texmînkirin.”
Heta niha ti aliyan berpirsyariya vê êrişê ranegihandiye.
Her wiha hat diyarkirin ku di encama armancgirtina kargehê de ti ziyanên canî çênebûne.
#VÎDEO - Li navçeya Xelîfanê ya Hewlêrê bi 2 dronan êrişî kargeheke komirê hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 1, 2026
🎙 Xwediyê kargehê ji Rûdawê re qala zerer û ziyanên êrişê dike pic.twitter.com/gk2luHrOyr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse