Li Başûrê Kurdistanê xanî erzan bûne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistanê Xanî Erzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê karsazên kirîn û firotina xaniyan diyar dikin ku ji ber bandora şer û rewşa aloz a herêmê, xanî û daîre li bajarên Başûrê Kurdistanê erzan bûne.

Kiryar û firoşkarên xaniyan ên li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê hemfikir in ku bandora şer bûye sedema lawazbûna sektora xaniyan.

Şêwirmendekî xaniyan ê li Silêmaniyê diyar kir, projeyeke niştecihbûnê heye ku daîreyek zêdetirî 130 hezar dolarî firotiye lê niha bihayê wê 70 hezar dolar e.

Firoşkarekî xaniyan ê li Hewlêrê jî anî ziman:

"Li hinek cihan daîreyeke 40 hezar dolarî daketiye 35 hezar dolarî."

Rewşa kirîn û firotina xaniyan li Hewlêrê

Karsazekî li Hewlêrê dibêje ji ber rewşa herêmê kirîn û firotin sînordar bûye û niha erzanî heye.

Lê karsazekî din ê heman beşî eşkere kir, "Li cihên baş ti erzanî nînin û hîn zêde jî bûye."

Xwediyê Şirketa Xanî û Milkan a Raber Wertî li bajarê Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Bi bandora şer li hinek cihan kirîn û firotin hinekî kêm bûye lê ev nayê wê wateyê ku erzanî heye."

Raber Wertî 22 sal in di sektora xaniyan de dixebite û li ser mijarê got:

"Di rewşeke şer de yan dema bazar lawaz dibe, xelk milkên xwe nafiroşe û li benda aramî û asayîbûna rewşê dimîne."

Raber Wertî şîretan li welatiyan dike û dibêje:

"Ji bo ku hûn zererê nekin, gelekî girîng e hûn zanibin li kû û li cem kê milk dikirin.

Çimkî eger hûn li cihekî guncav milk bikirin, zehmet e hûn zererê bikin."

Xwediyê Şirketa Xanî û Milkan a Hêriş Hisên jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir:

"Eger kesek pir hewcedarî pereyan be û milkê xwe bi erzanî bifiroşe tê firotin, nexwe bazar ne aram e û piraniya kirîn û firotinê rawestiyaye."

Hêriş Hisên anî ziman:

"Beriya şer daîreyek wekî mînak bi 40 hezar dolarî dihat firotin lê niha 5 hezar dolar kêmtir dike.

Lê li hinek cihên pir baş hîn biha neketine."

Hêriş Hisên her wiha da zanîn:

"Bi giştî daîre, xanî, vîlla û zevî li gorî berê erzan bûne.

Sedem jî bandora şer a li herêmê û avanebûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ye.

Van hincetan kir ku xelk di kirîn û firotinê de bitirs be.

Vê yekê bandoreke pir xerab li sektora xaniyan kir ku di aboriyê de piştî petrolê wekî sektora duyem a herî bihêz tê dîtin."

Karsazekî din ê li Hewlêrê ji Rûdawê re da zanîn:

"Li taxên kevn xanî gelekî erzan bûne.

Xaniyekî nû yê li wan taxan eger beriya şer bi 150 hezar dolarî bûya, niha ji 130 hezar dolarî zêdetir nake."

Li Silêmaniyê erzanî heye

Li Silêmaniyê ji bilî ku bazara kirîn û firotinê kêm bûye, wekî karsazên qadê qal dikin biha jî "gelekî daketiye."

Şêwirmendê xaniyan ê li bajarê Silêmaniyê Zanyar Tehsîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir:

"Bandora şer a li herêmê, avanebûna hikûmeta nû û rewşa aloz a Herêma Kurdistanê bûne sedema lawazbûna kirîn û firotina milkan a li Silêmanî û derdora wê."

Wî şêwirmendî ragihand:

"Biha gelekî daketine û kiryar kêm in.

Apartmaneke li ser Cadeya 60 Metrî ku beriya çend salan hatibû çêkirin bi 130 hezar dolarî bû lê niha ji 70 hezarî zêdetir nake."

Zanyar Tehsîn destnîşan kir ku li Silêmaniyê projeyên apartmanan ên nû hene ku kiryarên wan zêdetir in lê ew jî erzan bûne û ji bihayê wan ê giştî 10-15 hezar dolar kêm bûye.

Li Kerkûkê bazar hatiye girtin

Li Kerkûkê jî mîna bajarên din bazara sektora xaniyan lawaz bûye.

Xwediyê ofîseke kirîn û firotina xaniyan a li Kerkûkê Karwan Mam Qadir ji Rûdawê re ragihand:

"200 xanî li cem me hene lê qet nayên firotin.

Kes xaniyan nakire, bazar rawestiyaye û hatiye kilîtkirin."

Karwan Mam Qadir wiha li pey çû:

"Tenê bi awayekî kêm xaniyek were firotin, ew jî yên ku bihayê wan erzan e û nêzîkî 30 milyon dînarî ne (kêmtirî 20 hezar dolarî)."

Ew karsazê li Kerkûkê diyar dike ku mijar bi rewşa şer re pêwendîdar e.

Dema ku rewş asayî bû, hîn xanî nehatibû qedandin dihat firotin lê niha kes xaniyan nakire û ji ber wê jî erzanî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst