Serok Barzanî bi serokên eşîrên Nînowayê re civiya

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Nînowa Îraq Serokên Eşîrên Nînowayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî heyeteke serokên hoz, şêx, kesayetî û rîspiyên Erebên parêzgeha Nînowa pêşwazî kir.

Serok Barzanî got, "Rêya çareserkirina pirsgirêkên Îraqê bi tenê di pabendbûna hemû aliyan bi bingehên hevbeşî, hevsengî û sazan di çarçoveya destûrê de ye."

Îro li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî heyeteke serokên hoz, şêx, kesayetî û rîspiyên Erebên Nînowayê pêşwazî kir.

Baregeha Barzanî li ser hevdîtina Serok Barzanî û heyeta Nînowayê daxuyaniyek belav kir.

Serok Barzanî amaje bi dîroka pirsgirêkên navbera gelê Kurdistanê û hikûmetên Îraqê kir û got "Cihê şanaziyê ye, nakokiyên navbera gelê Kurdistanê û hikûmetên Îraqê ti carî nebûne sedema nakokiyên navbera gelên Îraqê."

"Heyetê spasiya Pêşmergeyan kir"

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî got,"Îraqa piştî 2003yan li ser bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirin û di çarçoveya destûrê de hatiye damezrandin û tenê rêya çareserkirina pirsgirêkên Îraqê pabendbûna hemû aliyan e bi wan bingehan."

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de wiha hat gotin:

"Heyeta mêvan spasiya gelê Kurdistanê û helwesta Serok Barzanî kir ku di rojên tengav û di şerê terorîstan de, mêvandariya sedan hezar awareyên Îraqî yên parêzgeha Nînowa û parêzgehên din ên Îraqê kirine.

Heyetê spasiya qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir ku beşekî mezin ji hêremêb parêzgeha Nînowayê ji bin destê terorîstên DAIŞê rizgar kir.

Heyeteê got, Em helwestên dîrokî ti carî ji bîr nakin û di bîranîna nifşên paşerojê de jî dimînin.’

Beşdarên civînê tevî amajedan bi aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê, xwestin ku hevahengî, hevkarî û pêkvejiyan di navbera parêzgeha wan û Herêma Kurdistanê de hebe.

Di beşeke din a vê civînê de, heyeta mêvan behsa pirsgirêkên niştecihên Nînowayê û rewşa aborî û xizmetguzariya wê parêzgehê ji kir.”

Li gorî daxuyaniyê heyeta mêvan ji Serok Barzanî xwestiye ku di qonaxa bê ya pêvajoya siyasî ya Îraqê de nûnertiyeke rastîn a wan hebe û nebaşî û pirsgirêkên wan bên çareserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst