Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Bexda Hewlêr Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin û bigihên rêkeftinê.

Serok Barzanî peyamek belav kir û bal kişand ser rewşa herêmê û şer û aloziyên heyî.

Serok Barzanî destnîşan kir ku Îraq di bin gefa krîzên cuda de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de zêde bûne.

Serok Barzanî di peyama xwe de bangî her du hikûmetan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bigihên rêkeftinê.

Barzanî her wiha xwest ku rê li ber wan kesên keysperesst were girtin ku dixwazin krîzan kûrtir bikin.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

“Di vê demê de ku li herêma me şer û aloziyeke zêde heye, Îraq di bin gefa krîzên curbicur de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne.

Ez daxwazê ji hikûmeta Îraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi hev re bicivin û bigihên rêkeftinê.

Her wiha divê rê li ber wan kesên keysperest were girtin ku dixwazin krîz û pirsgirêkan kûrtir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst