Hewlêr (Rûdaw) – Hate gotin ku Tevgera Goran razîbûye Yûsif Mihemed weke serokê parlamentoyê li ser kar nemîne lê li hember vê şertên giran pêşkeşê PDKê kirine.
Di dawiya meha borî de bi armanca çareserkirina krîza siyasî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên weke nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê li gel berpirsên Tevgera Goran û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) civiya.
PDK bi berdewamî diyar dike ku ji bo pêkanîna hikûmetê rêkeftina li gel Tevgera Goran a ji bo kabîneya 8em, bidawî bûye. Herwiha PDK qebûl nake ku Yûsif Mihemed careke din weke serokê parlamentoyê, erk bigre.
Derbarê mijarê de berpirseke pilebilind ê Tevgera Goran ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand:
“Yusif Mihemed amadeye ji bo pêkanîna vê guhertinê. Lê bi şertekî. Pêwîste heta ku yasaya hilbijartina serokatiya herêmê serokatiyê li parlamentoyê bikeve dengdanê Yusif Mihemed weke serokê parlamentoyê rûniştinên parlamentoyê bi rêve bibe. Sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê sîstema parlamenteriyê be. Herwiha heyama serokatiya Mesûd Barzanî ji bo salekê bê dirêjkirin û desthilatên wî bên kêmkirin. Piştî pêkanîna van guhertinan guhertina serokatiya parlamentoyê jî ji aliyê me ve ne pirsgirêk e.”
Ji aliyê din ve, rêvebera Tevgera Goran Awatê Şêx Cenab derbarê hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ji Rûdawê re axivî û gor ku PDK ji vê hewldanê re dibêje înîsiyatîf, lê li gel wan, ji bilî kuştina demê, ti wateyek din ê vê hewldanê nîne.
Şêx Ceneb derbarê helwesta Tevgera Goran de jî wiha axivî:
“Di vê demê de li ser mijara helwesta Goran gelek axaftin tên kirin. Ez helwesta rast a Goran ji we re eşkere bikim; Heta ku PDK pêngavekî kirdarî nevêje, sed înîsiyatîfan pêşbixe û civînan jî bike, Goran tenê gavekê jî ji cihê xwe nalive.”
Derbarê îddîayên ku dibêjin Tevgera Goran amadeye dest ji kursiya serokatiya parlementoyê berde, Awatê Şêx Cenab got:
“Goran xwedanê axaftina xwe ye. Heta ku di bin serokatiya Yusif Mihemed de parlamento dest bi kar neke, ti civîn û rêkeftinên din nabin.”
Hêjayê gotinê ye ku berpirsekî pilebilind ê YNKê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku PDKê ji wan re pêşniyar kiriye kursiya serokatiya parlamentoyê bidin YNKê, li hember vê kursiya cîgirekê serokwezîriyê jî bidin Tevgera Goran, lê YNKê ev pêşniyar red kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse