Helwesta partiyên Bakûr li ser giştpirsiya Başûr yek e

01-08-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Partiyên Bakûrê Kurdistanê
Partiyên Bakûrê Kurdistanê
Nîşan Bakûrê Kurdistanê Giştpirsî Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tevî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û çend partiyên ku li Bakûrê Kurdistanê siyasetê dikin, helwestên li dijî  gişpirsiya 25ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bi helwestên niyetpaqêj nabînin û dibêjin ev maf mafê Kurdan bi xwe ye. Her çend xeta siyaseta wan ne nêzî hev be jî partiyên Bakûr di mijara gişpirsiya 25ê îlonê de wek hev difikirin.

 

Dîroka 25 îlonê her nêz dibe, li gor rûdanên di vê pêvajoyê de û helwestên dewletên cîranê Başûrê Kurdistanê, partiyên Bakûr jî helwestên xwe  eşkere dikin.

 

Parlementerê HDPê Zîya Pîr, ku ev 7 roj bûn di Parka Ekîn Ceren da tevlî çalakiya HDPê a bi navê “Wijdan û Edaletê” bibû, dibeje ku  ev çalakiya me bi awayekî jî protestokirina helwesta Tirkiyeyê  li hember gişpirsiya Başûrê Kurdistanê ye.

 

Parlementerê HDPê yê Amedê Zîya Pîr ji Rûdawê re got: “Ev çalakiya me ya bi navê Wîjdan û Edaletê, her wisa piştgiri ye ji bo gişpirsiya Başûrê Kurdistanê. Wekî mafê her miletê ser rûyê cîhanê mafê çarenûsê,  mafê wê gelê ye û em piştevanê biryara gişpirsiya 25ê Îlonê ne.”

 

HUDAPAR Partiyeke Îslami ye ku li Bakurê Kurdistanê siyasetê dike. Ew bi hêman û pratîkên xwe yên siyasî ji xeta HDPê dûr in lê  di meseleya gişpirsiya 25ê îlonê de, ew jî wek HDPê bal dikşînin ser rêzgirtina li hember biryara xelkên Başûrê Kurdistanê.

 

Sekreterê HUDAPARê yê Şaxa Amedê Ercan Şenol diyar kir: “Mafê tu kesî nîne ku helwesteke nerênî li hember gişpirsiya Başûrê Kurdistanê nişan bide. Biryar biryara gelê Kurd e. Gelê Kurd dixwaze ji bo xwe û zarokên xwe paşerojek ava bikin.”

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK jî di vê babetê de dewleta Tirkiye û Îranê bi dijberiya destkeftî û berjewendiyên Kurdan tewanbar dikin.

 

Serokê PSKê Mesût Tek daxuyand ku nîqaşên li ser dema gişpirsiyê jî şereke pîskolojîk e û armanca wê ew e ku Kurdan bê hêvî û bê hêz bike.

 

Mesût Tek got: “Hinek kes dibêjin dem dema gişpirsiyê nîne; lê ew kes nabêjin ka dem kengî ye. Ev maf mafeke rewa ye û divê bi tu awayî berî li ber pêkanîna gişpirsiyê neye girtin.”

 

Li Bakûrê Kurdistanê ji bilî HDPê 8 Tevger û Partiyên siyasî hene. Herçend deng, reng û hêmanên siyaseta wan ji hev cuda be jî partiyên kurd ên Bakûrê Kurdistanê ji niha ve ketine kelecana 25ê Îlonê. Ew dibêjin, naverok û hûrdulî çi dibe bila bibe, divê piştî giştpirsiyê kurd bigihin mafê xwe yê rewa û biryara paşeroja xwe bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst