Hewlêr (Rûdaw) - Zarokeke Kurd a ji Efrînê ku tevî malbata xwe koçberî Başûrê Kurdistanê bûye, ev 6 meh in ji ber êşa gurçikên xwe dinalîne û jiyan lê tal bûye. Bi gotina pizîşkan, rewşa Stêrvan Fethî ya 11 salî gihîştiye asta pêncem a nexweşiyê û herdu gurçikên wê sist bûne û divê netştergeriya çandina gurçikan jê re bê kirin.
Ew malbata Efrînî ji sala 2019 ve çûne Silêmaniyê û li taxa Şêxan di kirê de dijîn û her meh 250 hezar dînarên Iraqê jî weke kirê didin.
Stêrvan Fethî keça wê malê, herdu gurçikên wê sist bûne û divê heftane 4 rojan wê bibin nexweşxaneyê û hemû yekşem û çarşemiyan jî divê li nexweşxaneyê gurçikên wê bişon.
Stêrvan derbarê êş û derdên xwe de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Ser singê min gelek diêşe, nefesa min zû zû teng dibe û nikarin bêhna xwe bidim, hemû laşê min diêşe.”
Bavê Stêrvana 11 salî, Fethî Ehmed ji Rûdawê re dibêje, ew wek malbat amade ne gurçika xwe bidin Stêrvanê, lê pizîşk rê nadin ji ber ku dibêjin, gurçikên we ji bo wê nabin.
Lê piştî pişkinînan, derketiye ku gurçikên dayik û bavê wê jê re nabin, birayên wê jî, 14 û 15 salî ne, ku li gor yasayê nabe di bin 18 saliyê de gurçikên xwe bidin.
Fethî Ehmed got, “Hemû rojan li nexweşxaneyê me, pêwsîtiya wê bi çandina gurçikê heye. Dayika wê temenê wê 35-36 sal e, me pişkinîna xwînê kir, gruçika wê nebû. Birayên wê 14 û 15 salî ne, ew jî nebûn. Temenê min 48 sal e, doktor dibêjin keçik temenê wê 11 sal e û tu 48 salî, y ate jî nabe.”
Rêzan Fethî, birayekî Stêrvanê jî dibêje, “Divê em hemû rojan wê bibin nexweşxaneyê. Hemû rojekê êşa wê heye û nikare rakeve. Hemû laşê wê diêşe û nefesa wê teng dibe. Ez çûme nexweşxaneyê, Dr. Dana dibêje, nabe tu gurçika xwe bidî, dibêje temenê te 15 sal e tu dê çawan gurçikê bidî xwîşka xwe. Ez dixwazim gurçika xwe bidim, ji ber ku xwîşka min e, min tenê xwîşkek heye.”
Birayê Stêrvanê herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xêrxwazan dike, alîkariya xwîşka wan bikin û gurçikekê jê re dabîn bikin.
Dr. Dana Ehmed, pisporê nexweşiyên gurçikan dibêje, şûştina gurçikan çareseriyeke demkî ye, divê neştergeriya çandina gurçikan ji Stêrvan re bê kirin.
Dr. Dana Ehmed dibêje, “Stêrvan di qonaxa dawî ya nexweşiya xwe de ye û hemû heftiyan du caran gurçikên wê tên şuştin. Lê ev ne çareserî ye. Yekane çareser tenê û tenê guherîna gurçikên wê ye û em jî wek pizîşk amade ne li nexweşxaneya hikûmetê û bi pereyekî pir kêm jê re bikin, lê divê destpêkê gurçik peyda bibe û paşê neştergerî bê kirin.”
Niha pêdiviya Stêrvanê bi kesekî heye ku gurçika xwe bide wê, yan jî xêrxwazek alîkariya wê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse