Hewlêr (Rûdaw) - Îşev li Kerkûkê çend dengên bi hêz hatin bihîstin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê, Hîwa Husamedîn, diyar kir ku çar Baregeha K1 bi 4 mûşekan hatiye armanckirin.
Li gorî zanyariyên Hîwa Husamedîn ew mûşek beriya ku bigihên armancên xwe hatine xisttin.
Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku di navbera taxên Kurdistan û Emel Şeibiyê de, 2 mûşekavêj hatin dîtin.
Ev sehneyên han di nav skeletê xaniyekî netemamkirî de bûn.
Ji wir bi 4 mûşekan êrişî Baregeha K1 hatibûn kirin. Mûşekekî din jî li wir mabû û hêzên ewlehiyê ew desteser kirine.
Hîwa Husamedîn anî ziman ku 2 mûşek ketibûn nav qada Baregeha K1. Yek jê jî li gundê Gometlerê nêzîkî baregehê hatiye xistin.
Her wiha mûşeka çarem jî ketibû nav zeviyeke çandiniyê.
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, êrişê ti ziyan çênekiribû.
Hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û wan dest bi lêkolînê kiriye. Ew lêkolînê ikin da ku bizanin êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Hîwa Husamedîn diyar kir ku mûşekavêj ên Îraqê ne.
Nûçegihanê Rûdawê destnîşan kir ku piraniya deverê çol e. Heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.
Husamedîn her wiha got ku dîtina cihê avêtina mûşekan ji hêla hêzên ewlehiyê ve nêzîkî 20 xulekan dom kiriye.
Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl jî di heman demê de ragihand ku îşev du caran dengê teqînan li Bexdayê hat bihîstin.
Komên çekdar ên ku xwe wekî Berxwedana Îslamî didin nasîn, 3 daxuyanî da.
Li gorî gotina komên çekdar wan 3 caran êrişî Baregeha Victoria ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse