Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku wan êrişî Girava Xarkê ya Îranê kiriye û got, "Hemû armancên leşkerî yên li wir bi temamî hatin têkbirin."
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Trump da zanîn ku Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) yek ji êrişên hewayî yên herî dijwar ên dîroka Rojhilata Navîn pêk aniye.
Trump destnîşan kir, "Hemû armancên leşkerî yên li Girava Xarkê ku milkê herî biqîmet ê Îranê ye, bi temamî hatin têkbirin."
"Min binesaziya petrolê têk nebir"
Daxuyaniya Trump bi temamî wiha ye:
“Beriya niha bi demeke kurt, bi fermana min CENTCOMê yek ji êrişên hewayî yên herî dijwar ên dîroka Rojhilata Navîn pêk anî û hemû armancên LEŞKERÎ yên li Girava Xarkê ku milkê herî biqîmet ê Îranê ye, bi temamî têk birin.
Ji ber sedemên exlaqî, min tercîh kir ku ez binesaziya petrolê ya li giravê têk nebim.
Lê belê eger Îran yan jî ti welatekî din gavekê bavêje ku rê li ber derbasbûna azad û ewle ya keştiyên di Tengava Hurmizê re bigire, ez dê derhal vê biryara xwe di ber çavan re derbas bikim.
Dê karekî biaqilane be ku artêşa Îranê û hemû hêzên din ên girêdayî vê rejîma terorîst çekên xwe deynin û tiştên ji welatê xwe mane biparêzin; ku jixwe tiştekî zêde jî nemaye!”
Girava Xarkê
Girava Xarkê ku bi qasî 25 kîlometreyan dûrî beravên Îranê ye, ji bo hinartina petrola welêt navendeke stratejîk e.
Girava Xarkê girêdana krîtîk a di navbera petrola ku berhema herî biqîmet a hinartina Îranê ye û kiryarên navneteweyî de pêk tîne.
Li gorî pisporan, ji sedî 90ê bazirganiya petrola Îranê di ser termînala Girava Xarkê re tê kirin.
Petrola xav a ku li zeviyên herî mezin ên petrolê yên welêt ên wekî Ehwaz, Marûn û Gaçsaranê tê derxistin, bi xetên boriyan digihêje Girava Xarkê.
Li vir petrol li tankerên mezin tê barkirin û di ser Tengava Hurmizê re ji Deryaya Umanê û bazarên cîhanî re tê şandin.
Ev hinartin dahateke mezin dide birêvebiriya Îranê û ji bilî burokrasiya dewletê di fînansekirina hêzên ewlehiyê de jî roleke girîng dilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse