Hewlêr (Rûdaw) - Şaneyên DAIŞê li gundewarê Dêrezorê du êrişên nû pêk anîn û bîreke petrolê û dikanek kirin armanc.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şaneyên DAIŞê ragihand ku DAIŞê êrişî wan kesan dike ku dayîna "zekatê" red dike.
Li gorî SOHRê, şaneyên DAIŞê bi roketeke "RPG" êrişî bîra petrolê ya Helbeyê ya li nêzîkî bajarokê Izbeyê kir.
Di encamê de agir bi bîrê ket û êrişkar ber bi cihekî nediyar ve reviyan.
Her wiha, çekdarên DAIŞê li gundê Tibxanê yê li bakurê Dêrezorê narincokek avêt ser dikanekê lê ti zererên canî çênebûn.
Amarên sala 2025an metirsiyê nîşan didin
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku ji destpêka sala 2025an ve, şaneyên DAIŞê li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 169 operasyon pêk anîne.
Di encama van êrişan de 76 kesan canê xwe ji dest daye ku 51 ji wan endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse