DAIŞê bi çekên giran êrişî HSDyê kir

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan DAIŞ HSD Dêrezor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Dêrezorê çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand li bajarokê Miheymîdê yê gundewarê rojavayê Dêrezorê çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrişî xaleke kontrolê ya HSDyê kir.

Heta niha derbarê zererên canî yên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

"DAIŞ ji destpêka salê ve 181 êriş pêk anîne"

SOHRê her wiha diyar kir ku şaneyên DAIŞê ji destpêka sala 2025an ve li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 181 êriş pêk anîne ku di nav wan de êrişên çekdarî, hedefgirtin û teqîn hene.

Li gorî belgeyên SOHRê, di encama van êrişan de bi giştî 78 kes hatine kuştin.

Ji wan 53 kes şervanên HSDyê û hêzên din ên leşkerî, 13 kes sivîl, 11 kes çekdarên DAIŞê û kesek jî hevkarê HSDyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst