Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku derfetên aştiyê di dîrokê de gelek caran ji dest çûne û tekez kir ku heta demokrasî pêk neyê dê Pirsgirêka Kurdan çareser nebe.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Yek jî beşdarên konferansê rojnameger û nivîskar her wiha siyasetmedarê Cengîz Çandar bû.
Çandar di panelekê de gotarek pêşkêş kir û ji bo vegotina kûrahiya Pirsgirêka Kurdan bîranîneke xwe ya bi serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Turgut Ozal re parve kir.
Wî got ku Ozal piştî Şerê Kendavê yê 1991ê, ew ji bo duristkirina pêwendiyan bi lîderên Kurd re erkdar kiriye.
Cengîz Çandar da zanîn ku ew hevdîtinên li Londonê yên bi Celal Talebanî, Muhsîn Dizeyî û Letîf Reşîd re, ji bo şikandina tabûyeke dîrokî gaveke girîng bû.
Wî da zanîn ku bi navbeynkariya Celal Talebanî, di 16ê Adara 1993yan de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û şahidî ji agirbesta yekem re kiriye.
Hevdîtina dîrokî ya bi Ocalan re û agirbesta yekem
Çandar got, “Dema em li peyamên Abdullah Ocalan ên sala 1993yan dinêrin, em dibînin ku gelek derfetên aştiyê hatine ji dest dan.”
Li gorî Çandar, di 32 salên borî de sedema sereke ya têkçûna hewldanên aştiyê "nebûna îradeyê" bûye û îradeya çareseriyê li cem Tirkiyeyê nebûye.
Parlamenterê DEM Partiyê behsa hevdîtinên Osloyê û Pêvajoya Çareseriyê ya 2013-2015an kir û got ku ew jî ji ber heman sedemê bi ser neketin.
Cengîz Çandar amaje pê kir ku di rewşa îro de ji bo çareseriyê "îradeyeke lerzok heye."
Wî banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan wekî "daxuyaniya îradeyê ya gelekî xurt" nirxand û got, "Abdullah Ocalan kir ku çek bên danîn."
Çandar her wiha pêşengiya Devlet Bahçelî ya ji bo vê pêvajoyê jî wekî tiştekî gelekî bi qîmet bi nav kir.
Siyasetmedar Çandar bal kişand ser xaleke girîng û da zanîn ku ev pêvajo ne çareseriya Pirsgirêka Kurdan e lê belê vekirina rêyên çareseriyê ye.
Çandar di berdewamiyê jî de got,"Ev bidawîhatina serhildana herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ya Kurdan e, ne çareseriya Pirsgirêka Kurdan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse