WAN - Barhilgir û servîsa xwendekaran li hev ketin: 14 birîndar

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê di encama lihevketina servîsa xwendekaran û barhilgirekê de 11 ji wan xwendekar 14 kes birîndar bûn.

Li xaçerêya herêma pîşesaziyê ya li ser rêya Erdîş-Wanê, barhilgira bi plaqeya 49 AAZ 631 û servîsa xwendekaran a bi plaqeya 65 AAG 876 ku navê ajokarên wan nehatin zanîn, li hev ketin.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê cendirme tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 14 kes birîndar bûn ku 11 ji wan xwendekar bûn.

Birîndar piştî midaxeleya li cihê bûyerê, tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyên Erdîş û Bêgiriyê.

Rêya ku demeke ji çûn û hatinê re hatibû girtin, piştî xebatên tîman ji nû ve hat vekirin.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst