Nêçîrvan Barzanî: Vekirina Balyozxaneya Swîsreyê pêngaveke girîng e

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Daniel Hunn Swîsre Balyoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Swîsreyê yê Îraqê pêşwazî kir û vekirina balyozxaneya wî welatî ya li Bexdayê wekî "pêngaveke girîng" nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Swîsreyê yê Îraqê Daniel Hunn re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Balyozê Swîsreyê kir û spasiya dubare vekirina Balyozxaneya Swîsreyê ya li Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî ev yek wekî "pêngaveke girîng ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan" pênase kir.

Mijareke din a civînê taybet bû bi pêwendiyên aborî.

Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera xwe de kir, bi taybetî jî di warê aborî de.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de behsa "derfeta kar û veberhênana şîrketên Swîsreyî ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin."

Her wiha gotûbêjkirina bipêşketinên dawî yên rewşa herêmê û çend mijarên din ên ku cihê girîngiya hevbeş in, beşeke din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst