Li Şirnexê keçek 5 roj in winda ye: Malbata wê alîkariyê dixwaze

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex Sumeyye Çelîk Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, keçeke 28 salî ev 5 roj in winda ye û ti agahî jê nayê wergirtin.

Sumeyye Çelîka 28 salî ya ku li Taxa Atakentê ya navçeya Hezexê dijî beriya 5 rojan dema ji malê derketibû û gotibû, "Ez dê hinekî li derve bigerim."

Lê Summeye Çelîk ji wê rojê ve venegeriyaye malê û winda ye.

Malbata keçikê ji bo dîtina wê bangî aliyên pêwendîdar û welatiyan dike.

"Herî dawî li Otogara Êlihê hatiye dîtin"

Birayê keçika winda Muhammed Çelîk, diyar kir ku wan serî li polîsan daye û ji bo dîtina xwişka xwe dest bi lêgerînê kiriye.

Muhammed Çelîk bal kişand ser zanyariyên herî dawî yên derbarê xwişka xwe de û got:

"Em li her derê lê geriyan lê heta niha ti agahî ji xwişka min nîn e.

Tenê agahiyek gihişt me ku herî dawî li Otogara Êlihê hatiye dîtin.

Nexweşiya xwişka min a derûnî heye, ji ber wê jî em ji jiyana wê dilgiran in."

"Em daxwaza alîkariyê dikin"

Muhammed Çelîk ji welatiyan xwest ku di vê mijarê de hestiyar bin û wiha got:

"Em ji welatiyên xwe yên xwedî wijdan daxwaz dikin, kî Sumeyyeyê bibîne an jî agahiyekê li ser cihê wê bizanibe, bila ji kerema xwe re agahiyê bide me an jî hêzên ewlehiyê."

Hêzên ewlehiyê ji bo dîtina Sumeyye Çelîk dest bi xebatan kiriye û lêkolînan li ser kamerayên çavdêriyê yên li Otogara Êlihê û derdora wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst