Li Şirnexê qeza: 7 kes birîndar bûn

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Otomobîla Abdullah S. (22) diajot û otomobîla Serhan K. (31) diajot li ser rêya Hezex û Cizîrê li hev qelibîn.

Ji ber qezayê otomobîl wergeriyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de her du şofêr û A.K. (28), H.F.A. (24), B.Ç. (27), U.A.Ç. (24) û E.A.Ç. (34) yên di otomobîlan de birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst