Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, 3 kesên di taksiyekê de ku di bin aşûtê de mabûn, ji aliyê tîman ve hatin rizgarkirin.
Taksiyeke ku li nêzîkî Rêya Şepetanê ya navçeya Şemzînanê diçû, ji ber berfa zêde di bin aşûtê de ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên Birêvebiriya Şaxa 117an a Rêyan sewqî herêmê hatin kirin.
Tîman 3 kesên ku di taksiya di bin koma berfê de mabûn derxistin û wesayît bir herêmeke ewle.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya kesên di wesayîtê de baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse