Hewraman (Rûdaw) – Merasîma salane ya Pîr Şalyar îsal jî li devera Hewramana Text a li Rojhilatê Kurdistanê hat birêvebirin, ku bi sedan kes ji rûniştvanên deverê û hejmarek medyakar û geştyarên biyanî têde beşdar bûn.
Geştyarekî tirk ku îsal beşdarî di merasîma Zemawenda Pîr Şalyar de kiriye, derbarê merasîmê de dibêje: “Pênc sal berî niha li Tirkiyê kovarekê etleseke cografî belav kir û têde danasîna wê deverê hatibû kirin. Pênc sal bû min hizir li wî cihî dikir, daku serdanê bikim û bibînim. Em bi xwe jî geştyar û gerîde ne, pêştir me serdana Mexulistanê (Mongloiya) kir û me derwazeya rojhilat dît û serdana çend welatan kir, lê belê yekemîn car e ku em hatine vê navçeyê, ji bo ku em şûnwarên dîrokî yên wê û kevneşopa Pîr Şalyar nas bikin.”
Geştyarê Tirk behsa çawaniya serdana xwe ya bo Hewramanê û beşdarbûna di merasîma Pîr Şaliyar de dike û dibêje: “25 roj berî niha em ji Stenbolê be birêketin ber bi Mugla, Kapadokiyam Sêwas, Erzîncan û Erzeromê û piştre me berê xwe Agiriyê û li navçeya Bazîdê bi rêya deriyê sînorî yê Gurpinarê em hatin nav axa Îranê. Hevalekî me li Tewrêzê pêşwazî li me kir û piştî ku em du rojan li wê derê man, em çûn Merîwanê û li wê derê jî kesek bi navê Çako bi me re bû heta ku em gihîştin vê navçeyê (Hewramana Text). Em li hotêlê dimînin û piştî 3 rojan em dê cardin vegerin Tewrêzê û ji wê derê ve jî emê biçin Tirkiyê.”
Her sal ji seranserê Kurdistan û cihên din ên cîhanê hejmareke zêde ya xelkê bo beşdarbûna merasîma Zemawendî-Şahiya Pîr Şalyar berê xwe didin Hewrema Text a Rojhilatê Kurdistanê. Bajarokê Hewremana Text ku merasîma Pîr Şalyar lê birêve diçe, bûye cihekî girîng û geştyarî û xwezaya wê ya ciwan û bêwêne bala geştyaran dikşîne. Hewremana Text dikeve cihekî çiyayî û rêyên wê yên dijwar jî gelekî bala turîstan dikşînin.
Hewreman gelek wateyan dide, yek ji wan tê wateya welatê welatê Ahura yan cihê Ahura Mezda ye û wateyeke din jî hilatina rojê ye. Zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyem ê demsala zivistanê de û bi destpêka çileye biçûk li Hewremana Text dest pê dike. Zemawend êvara roja Sêşembê bi kevneşopiya “Kote Kote”ji aliye zarokan ve dest pê dike.
Zarok xelkê gund agahdar dikin ku sibe Zemawenda Pîr Şalyar e. Li ber deriye malan dikin hawar û dibên; “KoteKote - KlawRojne”. Xwediyên malan jî diyariyekê dixin turikê zarokan. Sibeha roja din jî zarok li nav kolanan kevneşopiya-nerîta “KlawRojne”(Kuleka ku roj têre li hundir dixe) birêve dibin. Şahiya Pîr Şalyar yek ji kevintirîn cejnên Zerdeştiyan e li Kurdistanê ku dîroka wê vedigere berî Îslamê. Zemawend an Şahî bi dabeşkirin-belavkirina gwîzên baxê Pîr Şalyar li nav xelkê dest pê dike.
Serê sibeha roja Çarşembê li ber deriye mala Pîr Şalyar pez û mî tên qurbanîkirin. Xwîna qurbaniyan ji ser banê malan ve dirije ser banên din. Goştê qurbaniyan li nav xelkê gund tê belav kirin û beşek jî dibe tirşikeke taybet bi navê “Helûşîne Tişî” ku xwarineke pîroz tê dîtin û bi hezaran sal e ji aliyê xelkê Hewreman ve tê çêkirin.
Roja Pêncşemê govend dest pê dike ku niha bûye semaya derwêşan. Hejmareke zêde ya derwêş û xelkê Hewreman li ber mala Pîr Şalyar dest bi sema û zikrê derwêşan dikin. Di dema Zemawenda Pîr Şalyar de her malbateke Hewremana Text hemû kevneşopiyên bav û bapîrên xwe yên berî bi hezaran sal cîbicîh dikin.
Di zemawenda Pîr Şalyar de, sewikeke (qursikeke) taybet û tamxweş bi navê “Gête Meje” tê çêkirin ku xwarineke pîroz e di wê şahiyê de. GêteMeje ligel mast li ser mezara Pîr Şalyar tê xwarin û piştre dîsan sema dest pê dike. Li tenişt mezara Pîr, keç û jin parçe qumaşekî bi sê girêkan girêdidin ku tarîxeke wê ya kevin heye:
Zemawenda Pîr Şalyar û Sedsala Zerdeştiyan bi hev re birêve diçin û li gor tekstên qedîm ên dîrokî, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye ku jiyana xwe bo belavkirina ola Zerdeştî li Kurdistanê veqetandiye. Kitêbeke Pîr Şalyar bi zimanê Kurdî ya bi nave “Marîfetûpîrî”hebûye ku yek ji tekstên pîroz ên Kurdistanê ye.
Hewramana Text, bajarokeke 5 hezar kesî ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ser bi navçeya Sewlava ya parêzgeha Sineyê ve ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse