Rojhilatê Kurdistanê: Îranê ceza da 2 mamosteyên olî

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 2 mamostayên olî yên navdar bi cezaya girtîgehê û bêparkirina ji mafê melatiyê hatin cezakirin.

Dadgeha taybet a mamostayên olî yê Hemedanê, 11 sal girtîgeh, 2 sal sirgûnkirina bajarê Erdebîlê û bêparkirina ji mafê melatiyê da Meleyê Mizgefta Çar Yarî Nebî yê Sineyê Luqman Emînî.

Dadgehê her wiha 12 sal girtîgeh, sirgûnkirina ji bo bajarê Bûşehrê û bêparkirina ji mafê melatiyê li melayê gundê Neneley a Sineyê Îbrahîm Kerîmî birî.

Ew her du mamostayên olî roja 30.01.2023an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Sineyê ve bi hinceta nerazîbûna xwe li hember tundûtûjiya dijî xwepêşandaneran anîne ziman hatibûn desteserkirin û piştî demekê bi kefalet hatibûn berdan. Herî dawî roja Çarşemê 7ê Hezîrana 2023an li bajarê Hemedanê her du mamoste hatin darizandin.

Piştî xwepêşandanên sala borî, zêdetirî 10 mamostayên olî yên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema piştevanîkirina xwepêşandanan hatin girtin, dûrxistin û bêparkirina ji mafê melatiyê hatin cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst