DERIYÊ SÎNORÎ YÊ BAJÊRGEHÊ - Bazirganî rawestiya, geştyar Îranê diterikînin

1 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Geştyar Îran û Rojhilatê Kurdistanê diterikînin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Geştyar Îran û Rojhilatê Kurdistanê diterikînin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îran Gever Rojhilatê Kurdistanê Bakurê JKurdistanê
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Piştî şerê li Îranê, deriyên sînorî yên di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ji bo çûn û hatina rojane hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, ji Deriyê Sînorî yê Bajêrgehê tenê welatiyên Tirkiyeyê û welatên din ên li Îranê dikarin vegerin.

Beşek ji xwendekar û geştyarên ji welatên din ên ku li Îranê bûn jî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bajêrgehê yê Geverê vegeriyan.

Şerê li Îranê geşta komeke geştyarên Çînî jî têk da. Lee Hui tevî hevjîna xwe û 4 hevalên xwe xwest 20 rojan li Îranê bigere lê ji ber şer neçar ma vegere Geverê.

Piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, hikûmeta Tirkiyeyê girîngiyeke zêde dide rewşa deriyên sînorî.

Di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de 3 deriyên sînorî hene ku yek li parêzgeha Colemêrgê, yek li Wanê û yek jî li Agiriyê ye.

Li gel gurbûna şerê li Îranê, kesên ku wekî geştyar, xwendekar, bazirgan û bi armancên din li Îranê bûn vedigerin welatên xwe.

Geştyar û xwendekarên biyanî Îranê diterikînin

Xwendekar Zeynep Oztunçê got, “Çûn û hatin nebû, dikan girtî bûn. Xelk nedikarî ji bankeyan pereyan bikişîne, înternet nebû. Xetên telefonan nebûn û rewş nebaş bû. Du roj bûn ez çûbûm, 2 sal in ez li wir xwendekar im lê piştî şer ez neçar mam û vegeriyam.”

Ev der Deriyê Bajêrgehê yê Geverê ye. Beşek ji xelkê bi rêya vî deriyî ji Îranê derdikeve.

Geştyarê Çînî Lee Hui û hevjîna xwe, tevî 4 hevalên xwe ku demek bû wekî geştyar li Îranê bi 2 karavanên xwe digeriyan, piştî alozbûna rewşê neçar man ku derbasî Geverê bibin.

Geştyarê Çînî Lee Hui behsa geşta xwe ya li Îranê kir  wiha domand:

“Ez ji welatê Çînê ji bajarê Tianjinê me. Navê min Lee Hui ye. Em 6 kes in û em bi du karavanan digerin.

Me plan kiribû ku em zêdetirî 20 rojan li Îranê bimînin. Lê hikûmeta Çînê ji me re peyamek şand û ji me xwest ku em bi lez ji Îranê derkevin.

Loma em jî bi şev ji Tehranê bi rê ketin û derengiya şevê em hatin ser sînor û serê sibê jî em derbas bûn. Niha em di ewlehiyê de ne.

Wekî geştyar em dixwazin li cîhanê aştî hebe û xelkê Îranê jî di nava ewlehiyê de bijî.”

Hikûmeta Tirkiyeyê wekî tedbîrekê ji bo demeke nediyar çûn û hatina deriyan sînordar kiriye.

Li gorî agahiyan, tenê welatiyên Îranê dikarin vegerin welatê xwe û kesên biyanî yan jî yên xwedî du nasnameyan in dikarin derbasî Tirkiyeyê bibin.

Şerê li Îranê bazirganiya li Deriyê Sînorî yê Bajêrgehê rawestand

Di heman demê de çûn û hatina bazirganiyê jî bi temamî hatiye sekinandin.

Firoşkarê li deriyê sînorî Fehîm Akarsu jî ev agahî dan:
“Ti kes nikare biçe Îranê, jixwe di demên asayî de jî baceke zêde distînin. Rê nadin ti tişt were, kel û pelên xelkê jî diavêjin depoyan.

Niha Îranê çûn û hatin qedexe kiriye yan na, rojane 2 hezar kes tên vî deriyî.”

Li aliyê din, Îdareya Koç û Koçberan jî li Deriyê Bajêrgehê bi tîmekê amade ye û Parêzgarê Colemêrgê jî berdewam Wezîrê Karên Navxwe li ser rewşê agahdar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst