Hewlêr (Rûdaw) - Di roja sêyem a şerê navbera Îran - Amerîka û Îsraîlê de li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî, ewlehî û dadwerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatin bombebarankirin.
Li gorî zanyariyan, li her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, baregehên Supaya Pasdaran, Arteşa Îranê, îstixbarat, polîs, hêzên sînorî û navendên dadwerî bi balafiran hatin bombebarankirin.
Parêzgeha Urmiyeyê
Îro berê sibehê, avahiya Îstixbarata Mehabadê hate bombebarankirin û beşeke mezin jê hilweşiya. Heta niha agahî derbarê zererên canî de nehatine dayîn.
Saet 06:00ê sibehê jî Baregeha "Welî Esir" ya Supaya Pasdaran li Neqedeyê hate bombebarankirin. Hat zanîn ku gelek ambûlans çûne cihê bûyerê.
Parêzgeha Sineyê
Li parêzgeha Sineyê êrişên herî zêde pêk hatin.
Navenda Îstixbaratê, Dadgeha Giştî ya Sineyê, baregehên polîsan û hêzên ewlehiyê li navenda Sineyê hatin bombebarankirin. Qaymeqamê Sineyê ragihand ku zerer gihîştiye malên welatiyan.
Her wiha Baregeha "Îmam Elî" ya li Dûşanê hate armanckirin ku weke embara sereke ya çekan tê zanîn. Baregeha hêzên sînorî jî li nêzî balafirxaneyê hat armanckirin.
Qaymeqamê Sineyê ragihand ku 12 kes hatine kuştin û gelek birîndar hene.
Li Merîwanê jî navenda Supaya Pasdaran û Polîsê Îranê hatin bombebarankirin. Her wiha li gundê Dizliyê jî baregehek hate armanckirin. Li gorî zanyariyan, hejmarek pasdar hatine kuştin.
Parêzgeha Kirmaşanê
Li bajarê Kirmaşanê û derdora wê jî gelek baregeh hatin hedefgirtin.
Zanîn ku baregeha Supaya Pasdaran li Qada Îmam Huseyn a Kirmaşanê bi dijwarî hate bombebarankirin. Hat zanîn ku zerer gihîştiye malên derdorê.
Li Ciwanroyê jî Baregeha "Ensar El-Resûl" hate armanckirin.
Parêzgeha Îlamê
Li bajarê Serawleyê yê Îlamê, navendên polîs û îstixbaratê hatin bombebarankirin. Li gorî medyayên herêmî, 5 kes hatine kuştin.
Parêzgeha Loristanê
Li Xurremabadê, Baregeha "Baba Ebas" a Artêşa Îranê hate bombebarankirin. Ev baregeh embara çek û cebilxaneyan bû. Hat ragihandin ku 5 leşker hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse