KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Kobanî Şêxler
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya peymana ku 29ê Kanûna Paşîn hatiye îmzekirin de, dest bi vekişîna ji bajarokê Şêxlerê yê Kobaniyê kir.

HSD di çarçoveya bicihanîna wê peymana ku bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re îmze kiriye de, ji bajarokê Şêxlerê yê li rojavayê Kobaniyê vedikişe û hêzên xwe dibe baregehan.

Asayîş dê şûna wan bigire

Hat ragihandin ku HSD gav bi gav ji navenda bajarok derdikeve û ber bi baregehên xwe ve diçe.

Li gorî zanyariyan, Hêzên Asayîşê dê li şûna HSDyê li xalên Şêxlerê bi cih bibin û ewlehiyê bigirin dest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst