Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi serokatiya Ziyad Ayiş qebûl kir.
Di civînê de Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl jî amade bûn.
Hat ragihandin ku her du aliyan li ser pêvajoya "têkelbûnê" (entegrasyon), rêbazên bipêşxistina aramiyê û hevkariya li herêmê gotûbêj kiriye.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna xalên peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta demkî de pêk hat.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse