Hewlêr (Rûdaw) - Salek di ser koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî re derbas bû.
Dilovan Îdrîs Barzanî di 21ê Îlona 1966an de li devera Barzanî ji dayik bûbû û li gel Nêçîrvan Barzanî cêmik bû. Dilovan Barzanî gellek giringî dida arşîvkirina bûyerên şoreşa Kurdistanê û karîbû arşîveke dewlemend a serdema çiya û awareyiyê kom bike.
Dilovan Barzanî nûnerê Nêçîrvan Barzanî yê ji bo karûbarên civakî bû û berî Raperînê jî di rêxistinên Yekîtiya Qotabiyan de xebitibû.
Dr. Xoşewî Îbrahîm, hevalê Dilovan Barzanî derbarê kesayeta wî de ji Rûdawê re ragihand: “Dilovan Barzanî kesekî mezin û sade bû. Ji serdema xortaniyê ve di şoreşa Kurd de beşdar bû. Temenê wî 17 an 18 bû ku me dest bi rêxistina Yekîtiya Qotabiyan kir. Dilovan yek ji wan kesan bû ku di vê rêxistinê de gellek çalak bû.”
Piştî koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî, çendîn peyam li ser asta welat û kesayetên mezin ji bo taziya wî hatin şandin. Herwiha gellek heval û hevxebatên Dilovan Barzanî behsa kesayeta wî kirin.
Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî derbarê Dilovan Barzanî de wiha dibêje: “Dilovan Îdrîs Barzanî weke mirovek, weke pêşmergeyek û endam û kadroyekî PDKê, hêj temenê wî biçûk bû ku di nav kurdayetiyê de çavên xwe vekir. Temenê wî ji me biçûktir bû, lê belê bi rastî Dilovan hevalê me hemûyan bû. Koça Dilovan (Barzanî) xemekî mezin e, lê belê çawan ku bavê wê bîranînek bû ji bo me, ew jî dibe bîranîn ku wî jî di temenê xortîniyê de em bi cih hiştin, lewma ew nayê jibîrkirin.”
Dilovan Barzanî roja 2ê Nîsana 2018 bi sedema krîza dil di temenê 52 saliyê de li Hewlêrê koça dawî kir. Her heman rojê bi amadebûna çendîn berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî, termê Dilovan Barzanî li warê wî, li Barzanê bi axê hat spartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse