Li Meletiyê du mehan piştî erdhejê termek ji bin kavilan hat derxistin

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê dema paşmayên erdheja 6ê Sibatê dihat rakirin, termê kesekî ku tê texmînkirin 30 salî be hat dîtin.

Nêzîkî dû mehan piştî erdheja 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tikriyê kir, îro termek li navçeya Battalgazî ya Meletiyê hat dîtin.

Li gor zanyariyan, li Taxa Hamîdiye ya ser bi navçeya Battalgazî ya Meletiyê, îro 2ê Nîsanê di dema rakirina paşmayên avahiyekê de ku di erdhejê de herîfîbû termê kesekî hat dîtin.

Tê texmînkirin term ê kesekî 30 salî be.

Li gor medyayên herêmî, termê ku hatiye dîtin ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Tiba Edlî ya Meletiyê hatiye veguhastin.

Dîmenê derxistina wî termî li ser medyayên civakî bûye sedema nerazîbûnan.

Tê gotin ku berpirsan gotine, piştî ew piştrast dibin ku di bin kavilan de term nemane, wê demê paşmayên kavilê avahiyên herifî têne rakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst