Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, ji ber şehîdketina 6 Pêşmergeyan peyameke sersaxiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şand.
Mehmet Kaya di peyama xwe de diyar kir ku ew ji ber êrişa mûşekî ya 24ê Adarê ya li Hêza Pêşmergeyan gelekî xemgîn e.
Serokê DTSOyê Mehmet Kaya di peyama xwe de bal kişand ser aramî û îstiqrara herêmê û got:
"Min bi xemgîniyeke kûr nûçeya şehîdketina 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyan a di encama êrişa mûşekî ya 24ê Adara 2026an de bihîst.
Ez vê êrişa kirêt a ku aramî û îstiqrarê dike hedef bi tundî şermezar dikim."
Piştgiriya ji bo aştiyê
Mehmet Kaya destnîşan kir ku ew li dijî hewldanên ku zererê didin aştiya herêmê ne.
Kaya di peyama xwe de wiha berdewam kir:
"Ez dixwazim tekez bikim ku em li dijî her hewleke li dijî aştiya herêmê ne.
Ez piştgiriya xebatên we yên ji bo aştî û îstiqrara herêmê dikim û ez bi dil û can di xema we de şirîk im."
Sersaxî ji gelê Herêma Kurdistanê re
Serokê DTSOyê di dawiya peyama xwe de sersaxî ji gelê Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan re xwest û got:
"Ez di kesayetiya we de sersaxiyê ji hemû gelê Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan re dixwazim.
Xwedê rehmê li şehîdan bike û sebrê bide malbatên wan.
Ez ji bo birîndaran jî daxwaza şîfaya xêrê dikim."
Mehmet Kaya her wiha careke din îradeya xwe ya piştgiriya ji bo ewlehî û îstiqrara herêmê nîşan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse