کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Hewlêrê dronek li nav kafeteryayekê ket

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

02-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

02-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Şer berdewam dike û asmanê Hewlêrê careke din bû hedefa dronên "komên derveyî qanûnê yên Îraqê."

Saet 12:00ê şeva borî, dronekê banê kafeteryayeke li kolana Îskanê qul kir û li nav kafeteryayê ket.

Zererên madî çêbûn lê ji ber ku dron neteqiya hemû kesên ku wê demê li kafeteryayê bûn bi silametî jê derketin.

 Xwediyê kafeteryayê karsaz û xêrxwazê navdar ê Hewlêrê Fexîr Herîrî ye ku ti pêwendiya wî bi karên siyasî û leşkerî re nîne.

“Kurd jî dikarin wêran bikin lê ojdanê wan heye”

Fexîr Herîrî bi dilgiraniyekê behsa wê êrişê kir û got:

“Gelo ev der baregeh yan qereqola leşkerî ye? Ev der cihê xelkê xizan û karsazan e. 50 xortên xizan li vir dixebitin.

Dronek avêtin û li vir xistin. Spas ji Xwedê re ku neteqiya. Heger biteqiya dê 50 zarokên xizan li vir şehîd bibûna.

Kurd jî dikarin dronan biavêjin û wan wêran bikin lê ojdanê Kurdan heye.”

Herîrî bangî hikûmeta Îraqê û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir ku "wan koman kontrol bikin û êdî bes be."

 “Ev ne cara yekê ye lê jiyan didome”

Kafeteryaya Fexîr Herîrî li ser kolana Îskanê ye.

Li qata jêr a kafeteryayê xwaringeha “Çengên Xweş ên Fexîr Herîrî” heye.

Dema rûdanê de li herêmê wekî her tim qerebalixiyeke zêde ya xelkê hebû.

“Ev ne cara yekê ye”

Rêbaz Mihemedê xwediyê xwaringeha li hemberî cihê rûdanê got:

“Ji ber ku em cîran in me dengekî mezin bihîst lê spas ji Xwedê re em hemû bi silamet in.

Ev ne cara yekê ye û dê ne ya dawî be jî lê jiyan didome û xelk her tê û nanê xwe dixwe.”

“Bi rastî fedî û şerm e”

Her wiha Mihemed Selahedînê karsazekî din ê kolana Îskanê destnîşan kir:

“Ev der cihê debara xelkê xizan û feqîr e. Bi rastî fedî û şerm e ku bi mûşek û dronan li vir dixin.”

Li gorî şopandinên Tora Medyayî ya Rûdawê, tenê şeva borî nêzîkî 30 dron û mûşekan avêtine Hewlêrê.

#VÎDEO - Dronek li xwaringeheke li navenda Hewlêrê ket. Mirî û birîndar nînin pic.twitter.com/u6SsRllBV3

— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 2, 2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên